Plana AKP'ê ya li dijî Sûrê

Berxwedana bi mehan, mirovên tevlî karwanên nemiran bûn, koç û bi sedan xaniyên veguherîn xirbe...

Dewleta Tirk, mîna ku êşa giran a 104 rojan aniye serê gelê Sûrê têrê nake, bi biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' re hewl dide gel hîn bêhtir mexdûr bike. Di bin navê veguherîna bajar de desthilatdariya AKP'ê planên xwe yên rantê, çend roj berê bi devê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî vegot.

Li gorî vê dek û dolaba AKP'ê ya li hemberî Sûrê; 

Wê welatiyên tapûya axwe li Sûrê heye, di berdêla pereyekî de bifiroşe dewletê.

Eger pereyê pê tapûya xwe firotiye têrê bike, ev welatî wê piştre karibe xaniyekî li ser erdê wî bi xwe hatiye çêkirin bikire.

Welatiyên naxwazin tapûya xwe bifiroşin dewletê û dixwazin bi derfetên xwe xaniyê xwe çêbike, eger li gorî projeya îmarê ya dewletê tevnegere, wê bi cezayê girtîgehê were cezakirin.

Ji bo mirovên dibêjin 'ez naxwazim li Sûrê û Amedê bijîm' wê li bajarên weke Stenbol, Mêrdîn û Rihayê, li gorî pereyê di berdêla tapûyê de jê re hatiye dayîn, ji TOKÎ daîreyekê werbigire.

Herî dawî wê dikanên li kolanên Melîkahmet û Gazî bên xerakirin û li şûna wan dikanên ji darîn û kevirê bazalt bên çêkirin.

Di daxuyaniya rayedarê dewletê de gotina 'ji bo gelê me mexdûr nebe' gelek caran hat bikaranîn. Lê belê ev gel ji xwe mexdûr bûye, li kirê, li mala xizmên xwe, li malekê bi 4-5 malbatan bi desteka cîranên xwe dijîn û welatiyên dibêjin 'eger pêwîstî pê hebe em ê li şûna xaniyê xwe konekî vedin û li Sûrê bijîn' hem li hundir hem jî li derveyî bajêr zexta koçberiyê lê tê kirin.

Desthilatdariya AKP'ê ku qaşo li gorî hesasiyeta çandî û dîrokî ya bajêr tevdigere, bi kepçeyên bi palet xemla Sûrê ya sedan salan bi erdê re kir ye û bi qemyonan bermayînên vê derê rijand qiraxa Çemê Dîcleyê. Bi vê yekê ve ne tenê nasnameya bajêr, bîranînên mirovan jî binax kir. Kuçeyên teng, malên bi hev ve, jinê li ber deriyên xwe rûniştî û zarokên qemer dilê Amedê bûn.

Gelê Sûrê wê bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî rabe, serî li ber zihniyeta dixwaze malên wan talan bikin netewîne û xwedî li axa xwe derkeve.