BI DÎMEN

"PKK rêya ber bi jiyana azad ve ye"

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê ji ajansa me re axivîn û gotin, "PKK di roja me ya îro de ji bo gelên Rojhilata Navîn, rêya ber bi azadiyê ve ye."

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê ji ajansa me re axivîn û gotin, "PKK di roja me ya îro de ji bo gelên Rojhilata Navîn, rêya ber bi azadiyê ve ye."

"PKK'Ê KURDÊ SERHILDÊR Û BERXWEDÊR HIŞYAR KIR'

Şervan Azadî hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û 37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelên berxwedêr pîroz kir. Azadî da xuyakirin, ku PKK a di salên 78'an de ava bû û dest bi berxwedanê kir, kir ku gelê Kurd ê ji hebûn û nasnameya xwe fedî dikir, li ber xwe bide û anî ziman ku ev yek weke darbeyeke mezin li zîhniyeta darbekar a faşîst ketiye.

Azadî ragihand ku PKK'ê bi berxwedêrî û rêxistinbûyîna xwe re ruhê Kurdê têkoşer û berxwedê ji nû ve zindî kiriye û got, "Bi avabûna PKK'ê re hat fêmkirin ku Kurd êdî têk naçe. PKK bi pêşengiya şehîdan re roj bi roj mezin bû û gelê Kurd jî bû xwedî rastiya gelekî berxwedêr."

Azadî bal kişand ser rola jinê ya di Şoreşa Rojava de û destnîşan kir ku jinên Kurd ruhê xwe yê berxwedêriyê û şervaniyê ji rastiya PKK'ê werdigire. Azadî got, "PKK cihê ku jinê zincîrên koledariyê qetandiye."

Azadî destnîşan kir ku xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine îlankirin nîşan didin ku berxwedana Kurdan digihêje serketinê.

"BI PKK'Ê RE JIN BÛ XWEDÎ NASNAMEYA AZAD"

Jiyan Orhan da zanîn ku bi kedeke mezin a cangoriyên şoreşê û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihaştiye van rojan û bal kişand ser rola jinê ya di nava têkoşîna azadiyê de.

Jiyan Orhan got, "Em, bi hêza îdeolojîk û felsefîk a tevgera me li gel jinê afirandiye, têkoşîna xwe didomînin û em bi jinbûyîna xwe re serbilind in. Bi hezaran jinên ku di wê baweriyê de ne; divê ji bin bandora zîhniyeta nêr rizgar bibin û ji bo azadiyê li her cihî têbikoş in, di roja îro de li nava xeta azadiya jinê bi lehengî têdikoş in. Jina bi PKK'ê re azad bûye, li çiyê ji bo tevahiya jinên cîhanê şerekî mezin dimeşîne. Di xeta jina azad de heta hemû jinên cîhanê azad bibin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Em ê ji her kesên ku li pêşiya azadiya me asteng in, tolê hilînin."

"PKK DERIYEKÎ BERÊ XWE LI RONAHIYÊ YE"

Botan Rojhilat da xuyakirin ku PKK ji bo Kurdan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn deriyekî berê xwe li Ronahiyê ye û got, "Gelê Kurd ê ku tevgera PKK'ê hembêz kir, dîlgirtina Rêber Apo bi tundî şermezar kir û nîşan da ku ti carî ew ê vê dîlgirtinê qebûl neke û ji bo azadiya Rêberê xwe di her şert û mercî de têbikoş e. Weke milîtanên Rêber Apo û PKK'ê, heta azadiyê em ê şerê xwe bidomînin."

"PKK PARTIYA FEDAÎ Û ŞEHÎDÊN LEHENG E"

Aggir Kavalî diyar kir ku partiya fedaî û şehîdên leheng PKK, ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke kûr e û ev nirxandin kir: "Ji ber vê yekê gelê Kurd û gerîlayên li serê çiyê bi rûmetdariyeke mezin têkoşîna xwe didomînin. PKK'ê, têkoşîn, meşa li ser piyên xwe û rêya ber bi serketinê hînê me kir. Jiyana di nava PKK a li hemberî zilm û neheqiyê serî rakiriye, cihê rûmetê ye ji bo me. Girîng e hemû gelên cîhanê vê bibînin û xwedî li vê têkoşînê derkevin. Hêzên dixwazin PKK'ê tesfiye bikin, wê ti carî negihêjin armancên xwe. Em ê nîşan bidin ku ev têkoşîn wê bi ser bikeve."

"PKK ROMANEK BÊDAWÎ YE"

Hêvî Herekol got, "Mîna ku Rêbertî dibêje, 'PKK romaneke bêdawî ye'. Her romanek dawiya xwe heye, lê romana PKK'ê hînê neqediya ye û em ê neqedînin. PKK hêza xwe ji ruhên fedaî yên şehîdên şoreşê werdigire. Weke milîtanên PKK'ê em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin." Herekol destnîşan kir ku jiyana mirovê azad bi serketina PKK'ê re pêkan e.

"HÊZA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DISEKINE PKK YE"

Koçer Botan anî ziman ku di roja îro de li Şengal, Mexmûr-Kerkûk û Rojava, hêza li hemberî çeteya hov DAIŞ'ê li ber xwe dide PKK ye û got, "Divê her kes bizanibe; heta ku PKK hebe wê dest ji vê têkoşînê neyê berdan. Weke milîtanên Rêber Apo di vê oxirê de em ê ti carî xwe venegerin. Li pêşberî hemû şehîdên şoreşê yên em gihandina van rojan, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, soz didin ku em ê bîranîn û têkoşîna wan bi ser bixînin."

...