PKK: Mudaxelekirina girtiyan dê rê li ber karesatê veke

PKK: Mudaxelekirina girtiyan dê rê li ber karesatê veke

Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd de daxuyaniyekê da û got: “PKK bi têkoşîna xwe ya 40 salan daniye holê ku tu hêz nikare biryardariya milîtanên PKK’ê biceribîne.” PKK’ê got: “Ger AKP mudaxeleyê berxwedan û berxwedêran bike, dê ev yek rê li ber karesatekê vebike.”

Komîteya Rêveber a PKKê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, daxuyaniyek di malpera xwe ya fermî de weşand û diyar kir ku ji cûntaya faşîst a leşkerî ya 12ê Îlonê ve ev berxwedana herî mezin a sêyemîn e.

Komîteya Rêveber a PKK’ê got; “Berxwedana bi pêşengiya Mazlum, Xeyrî û Kemalan li hemberî rejîma faşîst a 12ê Îlonê pêş ket, berxwedana yekemîn a dîrokî ya zîndanan bû, berxwedana bêhempa ya îro li Îmraliyê berxwedana duwemîn û îro bi berxwedana zîndanan kevneşopiya berxwedanê ya zîndanan gihiştiye asteke nû.”

PKK’ê berxwedana girtiyên ji doza PKK û PAJKê yên ku “tevlî berxwedana mezin a sêyemîn a zîndanan bûne” ku ji 12’ê Îlonê ve hatiye destpêkirin û îro di roja 66emîn de ye silav kir.

PKK’ê destnîşan kir ku hemû hewldan û nêzîkatiyên faşîzan, bêberpirsyartî û dijî mirovahiyê yên dewleta AKP’ê li hemberî berxwedana girtiyan bin ketine û got: “Li hemberî hemû hewldanên demogojîk, berovajîkirinan ev berxwedana bi heybet bi biryardariyeke mezin, bi rêbaz û sekna Apocîtî, AKP û serokê wê yê sadîst têk biriye.” PKKê destnîşan kir ku “ev rewşa derûnî ya hukûmeta AKP’ê ji bilî bêçaretî, bêçaresertî û bêhêziya li hemberî berxwedana hevalên me yên di girtîgehê de û vîna mezin a ku gelê me nîşan daye, biryardarî û qêrîna ya azadiyê, ne tu tiştek din e .”

PKK’ê got; “Li hemberî vê helwesta dijî-mirovahiyê tişta ji gelê Kurd, ciwan, jin, mêr, pîr û kal, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên Kurd tê hêvîkirin ew e ku desteka ji bo berxwedêran zêdetir bike û ji bo bigihe serkeftinê meşa azadiyê bi heybettir bike. Divê her kes xwedî li şerê rûmeta neteweyî û mafên neteweyî û xwezayî derbikeve, bi awayeke herî xurt tevlî berxwedana topyekun a ku ji aliyê vîna gel ve hatiye pêşxistin bibin, desteka ji bo berxwedêran bê zêdetirkirin û li derdora milîtanên azadiyê ji bedenên xwe kelehek ava bikin, ev yek berpirsyartiya me ya dîrokî ye.”

PKK’ê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd de daxuyaniyekê da û got: “PKK bi têkoşîna xwe ya 40 salan daniye holê ku tu hêz nikare biryardariya milîtanên PKK’ê biceribîne.” PKK’ê got: “Ger AKP mudaxeleyê berxwedan û berxwedêran bike, dê ev yek rê li ber karesatekê vebike.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê got; “Li ser vî esasî em careke din bang li hemû hêzên berpirs dikin ku di çarçvoeya daxwazên berxwedêran girtîgehan de bi awayeke lezgîn pêngavan biavêjin. Di serî de jin û ciwan, em bang li hemû gelê Kurdistanê, hemû gelên xwedî nirxên jiyana komunal, Kurdistaniyên li derveyê welat dikin ku meşa azadiyê ya dîrokî bi serkeftinê tacîdar bikin.

Roj ew roj e ku em bi nirxên hatine afirandin li ber xwe bidin. Roj ew roj e ku em li ber xwe bidin û qezenc bikin, li ber xwe bidin û ber bi serkeftinê ve bimeşin.”