Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera şehadeta Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PKK'ê got, "Ya ku civakekê dike civak, nirxên wê yên azadî, wekhevî, edalet û exlaqî-polîtîk e. Dîrok bi têkoşîna nabera hêzên mêtînger û serdest ên hewl didin van nirxan ji nav bibin û pêşengên civakê yên bi canê xwe van nirxan diparêzin, tê hûnandin. Hevrê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan nûnerên asta herî bilind a van nirxên giranbuha ne. Em di salvegera 44. a şehadeta van hevrêyan de ne. Di vê dema ku li dijî faşîzma TC-AKP'ê berxwedaneke dîrokî tê meşandin de, em bi rêzdarî bejna xwe li ber van hevrêyên beriya 44 salan di têkoşîna li dijî barbariya faşîst de hatin îdamkirin, ditewînin."
TEVGERA ME MÎRATEYA DENÎZAN DIDOMÎNE
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Denîz Gezmîş û hevrêyên wî, tevî ku sembola lêgerîna wekhevî û azadiyê ya gelê Tirkiyeyê bûn, di heman demê de lêgerînerên afirandina jiyan û cîhaneke nû û manîfestoya biryardariya vê lêgerînê bûn. Têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê gur û geş dibe, bi gotina Rêber Apo, dilsozî û xwedîderketina li mîrateya Denîzan e. Xeyalên Denîz Gezmîş, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de weke rastiya gelekî têk naçe, şênber bûye û bi Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan veguheriye serdemeke nû ya têkoşînê. Her şehadet bûye sedema berxwedaneke mezintir, her berxwedanê jî rê li ber encamên civakî yên mezin ên statukoyên herêmî hildiweşînin, vekiriye.
Tevgera me ya Azadiyê ya Kurdistanê xwedî li mîrateya Denîz, Yûsûf û Huseyînan derket û bû domdarê vê kevneşopiya berxwedanê. Ev ruhê têkoşînê bi partiya me PKK'ê re herikiye gelemperiya Kurdistanê û bûye malê Rojhilata Navîn. Îro li Kurdistanê Şoreşa Rojava û xwerêveberiyên demokratîk derketine asta herî bilind. Li Rojhilata Navîn jî alternatîfa neteweya demokratîk jîndar bûye. Li Tirkiyeyê jî saziya faşîzmê ji hev hatiye xistin; alternatîfa demokrasî, şoreş û sosyalîzmê li rojevê bi cih bûye."
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Meha Gulanê ku ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê meha şehîdan e, xwedî wateyeke mezin e. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji gelek aliyan ve rewşa şênber a dilsoziya bi bîranîna şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê ye. PKK partiyeke şehîdan e. Şehîdên meha Gulanê xala bingehîn a vê pênaseyê ye.
Berxwedana ji aliyê Denîzan ve hat afirandin, di 2'ê Gulana 1982'an de bi lêgerîna azadiyê ya hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn a li çiyayên Kurdistanê dewam kiriye, bi têkoşîna azadiya jinê derketiye asta herî bilind û di her roja nû de ji hebûna azad a jinên Kurdistanî ya ji koledariyê rizgar dibin û xwe digihînin xwedawendiyê, şahidiyê dike. Ji şehîdên meha Gulanê Gûrbet Aydin dengê herî bedew ê şoreşa jinê ye, ku şoreş weke hunera rasteqîn dît û bi hesasiyeta hunermendî şoreşgerî dikir. Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderiyan ên di 9'ê Gulanê de li zîndanên Îranê li ber xwe dan û hatin îdamkirin, ev ala berxwedanê dewr girtin.
Berxwedana bi rêbaza fedaî, ku bi şehîdên meha Gulanê re bû kevneşopiyekê, îro li Silopiya, Sûr, Gever û Cizîrê veguherî berxwedanên xwerêveberiyê û nîşan da, ku cîhaneke nû, jiyaneke azad pêkan e. Bi wesîleya vê rojê, em berxwedêrên Nisêbîn û Şirnexê, ku di nava şert û mercên newekhev de li dijî yek ji mezintirîn artêşên cîhanê li ber xwe didin û li her rojê, li her kolanê û li her goşê bi hezaran kêliyên serketinê dineqşînin û bûne tirsa dilê çeteyên qesrê yên AKP'yî, careke din silav dikin.
SEKNA RÊBER APO YA LI ÎMRALIYÊ BANGA BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ YE
Em niha di rojên destpêkê yên Gulaneke nû de ne. Çeteyên AKP a faşîst û yên di bin fermana wê de ne, ji tirsa têkçûnê hewl didin mirovahiyê û her tiştên bedewiyê tine bikin. Hewl didin her kesên teslîm nabin û di azadiyê de israr dikin bikujin û hemû nirxan bişewitînin, hilweşînin. Bi vê berxwedanê ve her roj şehîdên nû li çar aliyên welêt tevlî artêşa şehîdan dibin. Kevneşopiya serînetewandinê ya ji aliyê şehîdên me yên Gulanê hat afirandin, bi zindîbûna xwe ya roja destpêkê û wateya xwe ya rûmetdarî ve didome û nêzî seketinê dibe.
Di 6'ê Gulana 1996'an de darvekirina Denîzan li salvegera komkujiya Kerbela rast anîn, bi vî rengî xwestin gelên berxwedêr têk bibin û li hemberî Rêber Apo sûîqest kirin. Em vê hewldana sûîqestê û êrîşên komploger lenet dikin. Rêber Apo bi sekna xwe ya li Îmraliyê, bi cîhana nû ya wateyê, b projeya neteweya demokratîk, b feraseta nû ay şoreşê ve her şêwe êrîş têk bir û nîşanî me hemûyan da ku sekna mirovê azad ê serketî bi çi rengî ye. Lewma berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, ji bo her kesî bangek e, ku dilsozê bîranîna şehîdên Gulanê bin, li dijî zilma mêtîngeriyê li ber xwe bidin, hêza xwe bikin yek û bi vî rengî şer bikin, bi ser kevin û jiyana azad ava bikin.
Em di Gulana 2016'an de ne û berxwedana me ya bi pêşengiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dewam dike. Em hevalên xwe Azad Sîser û Çekdar Amed ên di vê berxwedanê de me li Amedê şehîd dan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku ji bo bîranîna wan em ê têkoşînê xurtir bikin û tola wan hilînin. Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên meha Gulanê de em hemû şehîdên xwe yên bêmirin ên bûne stêrk û di tarîtiyê de rêya me ronî dikin careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soza serketinê ya me daye gelê xwe, careke din dubare dikin. Di vê serdema nû ya berxwedanê de em bang li gelê xwe yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk, hemû dijberên sîstemê, bawermendên ji hemû baweriyan û her kesên dixwazin bi rengekî azad bijîn dikin, ku hêza xwe bikin yek û ji bo hilweşandina faşîzma AKP'ê têkoşînê mezin bikin."