BI DÎMEN

Pîvana azadî û yekîtiya Kurdan: Şengal

Em li Şengalê ne... Zehmet e ku mirov bi gotinan karibin birîna Şengalê vebêjin. Birîn gelekî giran e û trajediyek e, ku bi hezaran salan wê neyê ji bîr kirin.

Em li Şengalê ne...

Zehmet e ku mirov bi gotinan karibin birîna Şengalê vebêjin. Birîn gelekî giran e û trajediyek e, ku bi hezaran salan wê neyê ji bîr kirin.

Dema mirov li mirovên li Şengalê guhdarî dikin, ewilî qala xiyanetê dikin, piştre jî balê dikişînin namerdî û barbariyê. Û behsa lehengiya li dijî van dikin... Ji xwe gava mirov li navend û gundên Şengalê digerin, mirov vê rastiyê bi çavên xwe dibînin.

Navenda bajarê Şengalê hê jî herêmeke leşkerî ye. Sivîl lê nînin. Bajar hilweşiya ye. YBŞ û hêzên gerîla lê ne. Hêzên pêşmerge jî lê hene. Li hin nuqteyan jî hêzên herêmî hene.

Çiyayê Şengalê bi temamî kontrolkirî ye. Lê belê Telafer, yanî 13 gundên li deşta Mûsilê hê nehatine rizgarkirin. Operasyona Mûsilê wê çarenûsa gundan jî diyar bike.

Li çiyayê Şengalê bi qasî 15 hezar mirov di binê konan de dijîn. Şert û mercên zivistanê gelekî giran in. Li gundê hatine rizgarkirin, xanî hemû dagirtî ne. Piraniya mirovên li vir ji ambargoya PDK'ê aciz in. Pêwîstiya Şengalê bi çi hebe, hemû ji Rojavayê Kurdistanê tê. Eger rêya Mûsilê vebe, wê bêhn bê ber Şengalê.

REWŞA GERÎLA

PDK dixwaze gerîlayên PKK'ê yên li vê derê derkevin. PKK jî dixwaze di bin sîwana fermandariyeke hevpar de hemû hêz li vir hebin. Rayedarên PKK'ê dibêjin, xeterî hê jî li ser Şengalê heye û destnîşan dikin, ku ew ê Êzidiyan bi tenê nehêlin. Pirsgirêka ji vî alî ve hê çareser nebûye.

Hêzên YBŞ û YJŞ'ê jî ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve tên naskirin. PDK jî îdîa dike ku ev hêz bi PKK'ê ve girêdayî ne. Fermandarên YBŞ û YJŞ di hefteya bihurî de li ser vê mijarê bi Konsolosê DYA yê li Hewlêrê re rûniştin, ku Konsolos hat serdana Şengalê. Di vê hevdîtinê de hat ragihandin, ku DYA dixwaze yekser bi hêzên Şengalê re têkiliyê deyne.

Gelê Şengalê jî dibêje, 'Eger gerîla ji vir derkevin, ew ê jî derkeve'. Gel, Şengaleke bêyî gerîla weke cihekî 'ne ewle' dibîne û dibêje, di rewşeke bi vî rengî de w ê ji vir biçin. Lewma ji bo gerîla Şengalê neterikîne, zexteke mezin dike.

Şervanên YBŞ û YJŞ'ê weke hêzên parastina Şengalê bi erka xwe radibin. Gerîla piştgiriyê didin van hêzan. Rêveberiya herêmê jî bi Meclîsa Gel ve girêdayî ye. Gel hewl dide pirsgirêkên xwe yekser bi rêya vê Meclîsê çareser bike. Lê belê di vî warî de jî PDK gelek astengiyan derdixîne. Herêma Başûrê Kurdistanê hin astengiyan datîne pêşiya herêmên di bin sîwana Meclîsê de ne. Nahêle ku zarok jî bên dermankirin. Zextê li xizmên wan ên li bajarên weke Duhok û Zaxoyê dike.

Ne diyar e bê navenda bajarê Şengalê kengî bê avakirin. Ji bo vê, pêwîstî bi otorîteyekê heye. Lê belê ji be rku PDK dixwaze her tiştî bixe bin otorîteya xwe, ev kar tê astengkirin. Bi derfetên heyî re Meclîsa Gel a Şengalê jî nikare bajêr bike mîna berê.

Hikûmeta Bexdayê jî dixwaze li ser Şengalê xwedî mafê gotinê be. Ji ber vê yekê, tevlîheviya li vir wê dewam bike. Piştî rizgarkirina Mûsilê, wê siberoja Şengalê jî ji gelek aliyan ve diyar bibe.

JINÊN HATIN AZADKIRIN

Li şengalê gelek jin hene, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve rehîn hatibûn girtin û piştre hatin rizgarkirin. Hin jê derketine derveyî welat, hin jê berê xwe dane Rojava, hinek jî li Şengalê vegeriyane. Berevacî bêbextiyên li civaka Êzidî tê kirin; jinên hatine rizgarkirin li vê derê bi rêzdarî tên pêşwazîkirin. Bêbextiyên ku dibêjin 'jinên hatine rizgarkirin li derveyî civakê tên hiştin' civaka Êzidî gelekî dêşîne. Jineke ji Reqayê hate rizgarkirin û di ser Rojava re anîn Şengalê, bi girî dibêje; ji berê bêhtir ji wê tê hezkirin û hurmet jê re tê nîşandan.