BI DÎMEN

Pirsûs wê li dijî desteserkirina şaredariyê li ber xwe bide

Şaredariya Pirsûsê ya DBP'yî, ku piştî hesabên AKP/Qesrê û çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê têk çûn timî bû hedef, wê li ber desteserkirina şaredariyê jî serî netewîne û li ber xwe bide.

p>Rejîma AKP/Qesrê ku di polîtîkaya xwe dijminatiya li Kurdan de tawîzê nade, hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê di çarçoveya berjewendiyên xwe de weke firsendekê bi kar tîne. Rejîma AKP/Qesrê beriya cejnê di bin navê bicihkirina qeyûman li 25 şaredariyên DBP'yî de, darbeya sivîl pêk anî, vîna gel tine hesiband û mora xwe danî binê pêkanîneke sosret. Yek ji şaredariyên bi destê qeyûm hatine desteserkirina Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê ye. Tevgera Siyasî ya Kurd, ji sala 1999'an û vir ve 4 serdem in Şaredariya Pirsûsê qezenç dike. Dema çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya AKP/Qesrê êrîşî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kirin, bi deh hezaran Kobanêyiyên neçar man cih û warên xwe biterikînin, derbasî Pirsûsê bûbûn û Şaredariya Pirsûsê ew vehewandibû. Ji ber ku Kobanê bi berxwedana destanî ya YPG/YPJ'ê neket destê çeteyên DAIŞ'ê û hesabên AKP/Qesrê yên li ser Kobanê têk çûn, ev şaredarî timî bû hedef. Hevşaredarê Pirsûsê Şansal di 30'ê Mijdara 2015'an de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lê belê li ser îtiraza dozger, biryara girtina wî hat dayîn û dûre Wezareta Karên Hundir di 3'ê Sibata 2016'an de Şansal ji wezîfeyê girt.

'EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Bi bicihkirina qeyûm re avahiya Şaredariya Pirsûsê hatiye dorpêçkirin û bi ti awayî xizmet ji gel re nayê dayîn. Li ser biryara navendî ya DBP'ê, Cîgriê Hevşaredarên Pirsûsê Halîl Akbaş û endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'yî avahiya navçeyê weke cihê xizmeta ji bo gel bi kar tînin. Cîgirê Hevşaredaran Akbaş ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew ê ti carî ji têkoşîna xwe tawîzê nedin û venegerin. Aksoy da xuyakirin, ku desteserkirina şaredariyan bi biryarnameyan, qanûnî nîne û diyar kir, ev ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin. Akbaş got, "Bila gelê me baş zanibe; em ê qeyûman nas nekin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê bi gelê xwe re di nava gel de bi erk û wezîfeya xwe ya şaredariyê rabin. Em ê ji rêya xwe venegerin. Xizmeta me ya ji bo gel wê bidome. Pêwîstiya gelê me bi çi hebe, em ê wê bikin."

'GEL BI ME RE YE, NE BI QEYÛM RE'

Akbaş da zanîn, piştî darbeya qeyûm a AKP/Qesrê, gelê Pirsûsê li cem wan cihê xwe girtiye, lewma gelê Pirsûsê pîroz kir û got, "Piştî ku qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin, kesek ji Pirsûsê neçû şaredariyê ku karê xwe bike. Ji ber ku avahiya şaredariyê veguheriye qereqolê. Hatiye dagirkirin. Avahiya şaredariyê bi TOMA'yan, wesayîtên zirxî yên bi tîpa akrep hatiye dagirkirin. Gel wê çawa biçe şaredariya veguhere qereqolê. Gel ji vê gilî û gazinan dike û qebûl nake. Gelê Pirsûsê gelekî bi hêrs e û ji bilî me naxwaze biçe ti cihî. Tevî ku alavên me hatine desteserkirin, em jî şaredariya xwe ya alternatîf didomînin. Gel bi me re ye, ne bi şaredariya qeyûm re."

'EM TI CARÎ JI RÊYA XWEVENEGERIYAN, EM Ê VENEGERIN'

Akbaş diyar kir, ew ne li avahiya şaredariyê jî bin, ew ê xizmetên xwe yên ji bo gel bidomînin û got, "Em naxwazin gelê me tehdeyê bibîne. Tevî gelê xwe em ê karê xwe bidomînin. Em hê jî vîna vî gelî ne û li ser karê xwe ne. Eger daxwazek an jî pirsgirêkek gelê me hebe dikare serî li me bide. Heta ji destê me bê em ê hewl bidin ji wan re bibin bersiv. Em li Pirsûsê ne û di nava gel de ne. Em ti carî ji rêya xwe venegeriyan û em ê venegerin. Em qeyûm nas nakin û em ê nas nekin. Qeyûm çawa hatibe, wê bi heman rengî biçe. Lazim e gelê me xwedîderketina li vîna xwe bidomîne."

...