Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Dîlokê hat betalkirin
Piştî teqîna li ber Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat betalkirin.
Piştî teqîna li ber Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat betalkirin.
Piştî teqîna li ber Midûriyeta Emniyetê Dîlokê, ku saet di 09.20’an de pêk hat, rexistinê kedkaran ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî dan.
Rexistinên ku di Komîteya Amedekar ya 1’ê Gulanê de cih digirin, bi rêya telefonê SMS ji hemû endamên xwe re şandin û diyar kirin, ku pîrozbahî ji ber teqînê hatiye betalkirin.
Waliyê Tirk ê li Dîlokê Alî Yerlîkaya jî daxuyaniyek da û diyar kir, di teqînê de polîsek miriye, 9 jê polîs 13 kes birîndar bûne. Gorê çavkaniyê nexweşxanê tên jî 66 birîndar hene.
Li EDENEYÊ JÎ HAT BETALKIRIN
Li Edeneyê jî bi hinceta ‘ bombeya zindî’ pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat betalkirin.