Piraniya bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin

Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kir, kêm ma ye biqede. Ji sedî 90 ê bajêr hatiye rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê gihaştine ber dest, di navbera şervanên li navenda bajarê Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.

Nûçegihanên ANF’ê yên operasyonê dişopînin ragihandin, ji sedî 90 ê bajêr ji çeteyan paqij bûye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kolan bi kolan, mal bi mal navenda bajêr kontrol dikin û bi pêş ve diçin.

Operasyona rizgarkirina Minbicê, bi navê Şehîd Fermandar Ebû Leyla di 1’ê Hezîranê de destpê kiribû. Heta niha, ji bilî navenda bajêr bi dehan gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin û bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin.