Di roja 5’an a grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ku bi mebesta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were, 5’ê Îlonê dest pê kiribû, ziyaretên ji bo çalakgeran berdewam dikin. Çalalgerên grêvê saet 10.00’an çûne salona konferansê ya Vedat Aydin û dest bi rojê kirin. Geşedanên rojeve ji rojnameyên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî têne şopandin, nivîs li ser Ada’ya Notlar hatin nivîsîn.
Ber bi nîvro ve rêxistinên saziyên civakî bi komî ber bi bînahiya DPB’ê ve hatin Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û şandeya pê re, hunermendên Navenda Çandê ya Mizgînê ya Êlihê, Pîr û dayikên Dersim Ocaklarî seriyek dan çalakgeran.
GENÇ: HEMÛ MIROV Lİ GORÎ BAWERÎ Û ÇANDA XWE DIVÊ BI AZADÎ BIJÎN
Ji Dêrsim Ocaklari Pîrê Avûçan Ocaği Hasan Genç got, ‘’Divê hemû mirov li gorî bawerî û çanda xwe bi azadî bijîn. Em ji bo her kesî aştî û azadiyê dixwazin. Heta niha li Kurdistanê gelek qirkirin çêbûn. Ji bo aştiyê divê dawî li şer were.’’
Jineke bi navê Adalet Çay ku ji Rihayê hatibû, klameke li ser Kurdistanê strand.
Hunermendên Navenda Çanda Mizgînê jî bi stranên xwe moral dane berxwedêran.