Operayona roja borî li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê li hemberî gerîlayên MKP-HKO û HPG''ê hate destpêkirin berdewam dike û li navçeyê rewşa awarte heye ketin û derketina navçeyê hêj qedexe ye. Li çoltarê navçeyê jî peçvûn didomin.
Hate ragihandin ku operasyona roja borî li hemberî gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Sultan Baba û herêmên Kaniya Firtina Velî, Geliyê Ahpanos û Pira Veng a li ser riya navçeya Pulurê ya Dêrsîmê hate destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de gelek leşker ber bi herêma operasyonê ve hatin sewqkirin û pevçûn didomin. Li heman navçeyê li Geliyê Sal jî li hemberî MKP-HKO'ê operasyon hatibû destpêkirin û operasyon 2 rojin berdewam dike. Hate hînbûn pevçûnên dijwar diqewimin û operasyon ber bi gundê Koselerê ve hate beralîkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin di pevçûna duh de ya ku leşker birîndar bû û hate îdîakirin ku 2 gerîlayên MKP-HKO'yê jiyana xwe ji dest dan de dibe ku hejmara miriyan zêde be. Ketin û derketina navçeya Pulurê berdewam dike. Li navçeyê rewşa awarte heye û operasyon berdewam dike.