Pêkanînên Rewşa Awarte li Wanê hatin şermezarkirin

Li Wanê bi pêşengiya TUYAD-DER'ê girtina Hevşaredarên Amedê û siyasetmedarên kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi pêşengiya TUYAD-DER’ê li Kuçeya Hunerê bi tevlîbûna gelek nûnerên siyasî, wekîlan û gel hat dayîn.

Rêvebera TUYAD-DER a Wanê Emînea Şeker daxuyanî xwend û got, "20’ê Tîrmeha 2016’an Serokwezîr Bînalî Yildirim got, 'em Rewşa Awarte li dijî xwe radigihînin, lê ne li dijî hemwelatiyan'. Lê dema ku mirov li wêneyê 110 rojan binêre, diyar dibe ku Rewşa Awarte veguheriye keysperestiya siyasî û hemû kirinên dij-demokratîk û dij-hiqûqê pêk tînin."

Şeker diyar kir, berevajî daxuyaniyên Erdogan û organên siyasî yên desthilatdariyê ku digotin armanca ragihandina Rewşa Awarte ew kes in ku hewl dane darbeya leşkerî bikin û têkoşîna dijî rêxistina cemetê ye, pêkanîna Rewşa Awarte berê xwe daye destketiyên tevgera siyasî ya Kurd. Şeker got, "Piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê, anîna qeyûmê ya li ser 29 şaredariyên DBP’ê, bi awayekî dij-hiqûqî, li şaredariyên ku qeyûm hatî ser wan, girtina gelek saziyên çand û hunerê û perwerdehiyê yên di bin banê şaredariyan de kar û bar dikir, hişkere nîşan dide ku dixwazin îptekê li ser vîna gel deynin. Desthilatdariya siyasî ya ku vîna gel nas nake, Girtina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, dema ku ew hê di bin çav de bûn û beriya ku wan bibin hicreyên wan, anîna qeyûmê, nîşan dide ku ev kirin ne hiqûqî lê siyasî ne. Gelê me yê ku li dijî van kirinên berteka xwe nîşan daye, li êrîşan rast hatiye, ev destliserdanîna vînê ji hêla hemû dinyayê ve hatiye dîtin. Herwî dawî Hevseroka me ya Şaredariya Çaldiranê Suna Atabay hatiye binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tê girtin."

Şeker bal kişande ser zext û zordariya li ser çapemeniya azad û muxalîf û got, "Divê neyê jibîrkirin a ku tê cezakirin ne tenê saziyên çapemeniyê ne, di heman demê de gel e, ku heqê agahdarbûna gel asteng dikin.

Şeker axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê were zanîn, girtina Hevşaredarên me, girtina Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata, tenê ne darbeya li ser vîna gelê Kurd e. Çavtirsandina wan hemû kesan e ku alîgirê demokrasiyê, aştî û kedê ne. Ji bo vê sedemê jî em diyar dikin, em ê çavtirsandî nebin, serê xwe xwar nekin û kirinên Rewşa Awarte careke din şermezar dikin. Em dixwazin Rêveberên Bajêr û Navçeyê yên HDP’ê, DBP’ê, Hevserokên Şaredariyên me serbest werin berdan û qeyûm paş ve were kişandin."