PDK’ê nehişt heyeta jinê derbasî Şengalê bibe

Heyetek jinê ji bo derbasî Şengalê bibe ji Silêmanî kete rê, li ji hêla asayîşa PDK’ê ya li Dihokê hate astengkirin û careke din vegeriya Silêmanî.

Heyeta jinan a ji 20 kesan pêk dihat û di nav de endamên RJAK’ê, rewşenbîr, hunermend, erkdarê perwerdehiyê jî hebûn, bi rasthatina 3’yê Tebaxê Qetlîama Şengalê ji bo biçin Şengalê ji Silêmanî derbasî Dihokê bûn. Lê, jin li asayîşa PDK’ê ya li Sihêlê ya Dihokê hate rawestandin, gotinên mîna “çi karê we li Şengalê heye” hate gotin û bêyî hincet hatin vegerandin.

Jinan li ser vê astengiyê daxuyanî dan çapemeniyê, nerazîbûn nîşan dan, nêzîkatiya asayîşa PDK’ê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endama REJAK’ê Berîvan Mihemed axivî, ragihand ku tevî beriya hefteyekê têkîldarî derbasbûna xwe agahî dane jî, lê hêzên asayîşa Sihêlê ew tehdîd kirine, derbasbûna wan asteng kirine û her wiha Şengal ji aliyê PDK’ê hatiye dorpêçkirin.

Endama Meclîsa Jinê ya Şengalê Bahar jî bi rêka telefonê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû, vê helwesta PDK’ê ya bi taybet di salvegera qetlîamaê de şermezar kir, diyar kir ku ev tê wateya berdewamkirina qetlîamê.