NÛ BÛ

PDK’ê mîtînga ji Ocalan re azadî asteng kir

Asayişa PDK’ê girseya ku bi mebesta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwaze, dixwaze mîtîngê bike, nahêle ku girse têkeve Hewlêrê.

Gelê ku ji Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Şarezor, Raperînê li Kerkûkê li hev civiyayî, piştî ku bi gelê Mexmûrê re gihaşt hev, ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin.

Lê li têketa Hewlêrê girseya ku xwest ji asatiya Pirdeyê bikeve nav bajêr ji hêla hêzên asayişê yên PDK’ê ve hatin astengkirin.

Piştî ku li ser navê girseyê bi rayedarên asayîşê yên PDK’ê re axaftin hatin kirin, asayîşê got ji bilî 30 kesî ew destûrê nadin ku girse derbas bibe, li ser vê jî girse lê ji hatin û çûyinê re girt û çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Endama RJAK’ê  Nezanîn Mihemed Alî têkildarî astengkirina asayişê ji ANF’ê re got, astengkirina mîtîngê nîşana wê ya ku PDK destekê  dide polîtîkayên tecrîda li ser Ocalan a dewleta Tirk û wiha domand, ‘’Em ê niha çalakiya rûniştinê bidomînin. Leşkerên asayîşê bi wesayit û dozêran rê digirin û nahêlin em derbas bibin. Lê bi her hawî em ê hewl bidin têkevin Hewlêrê.’’

Herwiha girseya ku li ser  pira Eynkawa civiyayî, li ser rêya 60 metreyî dest bi meşê kir. Diyar bû ku beriya ku meş dest pê bike hêzên asayîşê êrîşî girseyê kiriye, dest li ser cîhazên deng, pankartan daye û hin çalakger jî binçav kirine.