PDK: Binçavkirin fikaran dide avakirin
PDK’ê têkîldarî rewşa binçavkirin û girtina wekîlên HDP’ê bi gotina ‘fikaran dide avakirin’ pênase kir.
PDK’ê têkîldarî rewşa binçavkirin û girtina wekîlên HDP’ê bi gotina ‘fikaran dide avakirin’ pênase kir.
Li ser navê Koma Parlamentoyê ya PDK’ê têkîldarî qirkirina siyasî ya li dijî Hevserok û wekîlên HDP’ê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ku hat destnîşankirin zextên li ser HDP’ê wê xizmeta pêvajoya demokrasiyê neke, ev îfade hatin bikaranîn:
“Binçavkirina hevserok û wekîlên HDP’ê fikaran dide avakirin. Ev bi ti şiklî xizmeta demokrasiyê neke. Şer û neqebûlkirin ti carî xizmeta jiyana hevpar nakin.
Îro li dijî bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin tiştê ku ji Tirkiyeyê tê payin aştiyek demokratîk e. Em hêvî dikin ku pirsgirêk demildest bên çareserkirin, li şûna tundiyê aştî bê hilbijartin û li hember hev tehamul bê esasgirtin.”