Nûnerên partiyên Kurdan yên li Tirkiyeyê serdana Parlementerên BDP’ê û endamên Meclîsa Daîmî yê KCD ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehê ketine çalakiya birçîbûnê, kirin.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Tirk kete roja 64’an, ji derve jî Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk, parlementerên BDP’ê, endamên Meclîsa Daîmî ya KCD û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li avahiya KCD dane destpê kirin didome.
Li ser navê DKD Îmam Taşçier, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfu Baksî û Cîvan Roj, li ser nave OSP’ê Azîz Mahmût Ak, li ser navê Înîsiyatîfa Azadî Prz. Muhammet Akar, li ser navê Koma Diyalogê Dîcle Firat Muhîttîn Batmanli serdana çalakiya birçîbûnê ya ku 8 roje li avahiya KCD’ê berdewam dike kir.
Di axaftinên serdanê de hatîn kirin de hate gotin ku, daxwazên girtiyên 64 roje li girtîgehên Tirk bedenên xwe dane ber mirinê daxwazên rewa û mafdarin, di heman demê de ev daxwaz yên me ne jî. Xwestin ku desthilatdariya siyasî li hemberî çareseriya vê pirsgirêkê pêngavê bi avêje.