Partiyên Başûrê Kurdistanê destek dane HDP’ê: Em berxwedanê geş bikin

Rayedarên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotin, "Hemû Kurd, li hemû deveran divê derkevin kuçe û kolanan û agirê têkoşînê geş bikin. Rabûna li ber faşîzmê bi bi vî awayî dibe."

Rayedarên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, binçavkirina hevserokên HDP’ê û wekîlan ji ANF’ê re gotin..

PÎRE: EWLEKARIYA TIRKIYÊ DIKEVE TALOKEYÊ

Endamê Polît Buro yê YNK’ê Sadî Ehmed Pîre got: "Dewleta Tirk bi girtina hilbijartiyên HDP’ê, wekîl û hevserokan nikare ewlekariya Tirkiyê pêk bîne. Berevajî vê, bi girtina wan ewlekariya Tirkiyê dikeve talokeyê."

Pîre bi wiha dewam kir, "Li Tirkiyeyeke wiha ku nîqaşên li ser kêşeyan, gotina fikrê, rexnekirin hatibe qedexekirin êdî jiyana namîne. Bi vê demokrasî û azadî ji holê têne rakirin. Tenê li wan serdemên wiha tê vegerîn ku bi darbeyên leşkerî têne rêveberin. Ya ku îro jî tê kirin ev e. Divê her kes vê weke meseleyeke netewî bibîne. Divê weke geşedaneke pir taloke were dîtin. Bi xebatên siyasî û dîplomatîk ji bo ku dawî li vê darbeyê were divê xebata werin kirin. Ji bo ku hilbijartiyên HDP’ê serbest werin berdan, ku sûcê wan tenê Kurdbûn e, divê her kes têbikoşe. Em weke partî daxuyaniya xwe em ê bi her kesî re par ve bikin."

SALIH: LI HER DEVERÊ EM RABIN SER PIYAN Û LI DIJ FAŞÎZMÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN

Wekîlê Goran Alî Heme Salih jî got, "Tişta ku li Bakurê Kurdistanê dibe faşîzma eşkere ye" û bang li gelê Kurd kir ku li her deverê rabin ser piyan.

Salih wiha got: "Dewleta Tirk dîktatoriyeke hişkere dike. A ku hatiye kirin bi yek peyvê, faşîzm e û gelê Kurd li her deverê, li dijî vê faşîzmê divê rabe ser piyan. Tişta ku niha dewleta Tirk, weke ku har bûbe, dijminatiya li Kurdan e. Partiyên Başûrê Kurdistanê yên ku hevkarê vê dijminatiya stratejîk a Kurdan bi pêş dixînin, divê di cih de dev ji vê hevkariyê berdin. Ji ber ku ya tê kirin faşîzma li dijî hemû Kurdan e. Ji bo vê jî ti endamekî miletê Kurd divê serê xwe ji faşîzma AKP’ê re berjêr neke, nerazîbûna xwe nîşan bide û berxwedanê geş bike."

ABDURRAHMAN: DIVÊ KURD DESTÛRÊ NEDIN!

Li ser navê YNK’ê Hoşyar Abdurrahman jî got, "Kurdên Bakur, Başûr, Rojava li dijî vê darbeyê divê derkevin kuçe û kolanan."

Abdurrahman got, bi binçavkirin û girtinên HDP wê neqede û berevajî wê xurttir bibe û wiha got: "Kurd êdî xurt in. Bêguman dewleta Tirk jî ji hêz û rêxistinbûna HDP’ê ya li nav hemû Kurdan ditirse û vê dike. Ev zext wê HDP’ê xurttir bikin."

Abdurrahman got, "ku têkoşîna Bakur were tepeserkirin wê dor were Başûr" û wiha domand:
"Kurd li her deverê, bi ciwan, jin û yixtiyaran divê li dijî van dijminên Kurdan rawestin. Ku ev têkoşîn û yekîtî derkeve holê faşîzma Erdogan wê tiştekî bi dest ve neyîne. Erdogan Başûr jî weke navenda pereyên xwe dibîne. Gel li dijî van kirin û nêzîkatiyan divê rabe ser piyan. Dîsa hemû partî û sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanê divê vê faşîzmê şermezra bikin, li dij derkevin û têbikoşin. Divê êdî yekî weke Erdogan nikaribe bi hêsanî hilbijartiyên Kurd bigire, zextê li wan bike. Divê Kurd destûr vî tiştî nedin. Tişta ku tê kirin ne tenê li dijî gelê Bakurê Kurdistanê ye, ne tenê li HDP’ê ye, hemû Kurd hedef têne girtin. Îro tişta ku li wir tê kirin, sibehî dikarin bixwazin li vir jî bikin."