Parlmenterê BDP’ê Ayhan hate sirgûn kirin

Parlmenterê BDP’ê Ayhan hate sirgûn kirin

Parlementerê BDP’ê yê Rihayê ku ji doza KCK’ê girtiye ji Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê sigûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilin ya Tîpa F ya Edeneyê hate kirin.

Parlementerê BDP’ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza “KCK”ê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê girtiye, hat hînbûn ku duh şev sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind ya Tîpa F ya Edeneyê hatiye kirin. Daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Şewirmendiyê Ayhan ve hate kirin, hate diyarkirin ku Ayhan xistine kogişekî tek kesî ya A-15 de. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, agahiya Wezareta Edaletê ji neqlê heye, weke hincet jî “Ewlekariya can” hatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Ev nêzîkatî û helwesta li dijî Parlementer Ayhan rast nîne. Bêy vîna Ayhan bihinceta “ewlekariya can” em sirgûnkirinê napejirînin. Ew bixwe Parlementerê Rihayê ye. Dema li Rihayê bû bileztir xwe digihand rayagiştî, lê belê ev sirgûn dê li pêşiya vê asteng be.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, neqil kirina Ayhan bo girtîgehek din dê hevdîtinên bi malbatê re qut bike.

Li aliyê din hate diyarkirin ku, di nav de girtiyên siyasî û edlî jî heyî 350 girtî şandine girtîgehên Îzmîr, Edene û girtîgehên cûda yên Tirkiyeyê. Di nava kesên hatine sirgûn kirin de endamê MP BDP’ê Mahmût Çelîk û xebatkarê Belavkariya Firatê Mahmût Tûtal jî heye.