Piştî Mehmet Ocalan hevdîtin li Îmraliyê pêkanî, li ser banga bidawî anîna çalakiya birçîbûnê Hevserokê KCD’ê Aysel Tûglûk û Parlementera Stenbolê Sabahat Tuncel li gel xizmên girtiyan çûne Girtîgeha Tîpa E.
Hate ragihandin ku Parlementeran bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêkanîne, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Gultan Kişanak û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li gel xizmên girtiyan çûn Girtîgeha Tîpa D.