Parlamenterên HDP'yî li ser rêya Nisêbînê ne
Bi armanca piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê yê li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide gelek kesên di nav wan de 5 parlamenterên HDP’yî hene ber bi navçeyê ve ketin rê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji 13’ê Mijdarê ve rewşa awarte heye, li hember êrîşên dijwar berxwedana gel didome.
Greva birçûnê ya parlamenterên HDP’ê Gulser Yildirim û Alî Atalan dabûn destpêkirin ket roja 6’an. Bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana gel Parlamenterê Êlihê yê HDP’ê Mehmet Alî Aslan, Parlamenterê Sêrtê yê HDP’ê Kadrî Yildirim, Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Parlamenterê Îdirê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman, Parlamenterê Îzmîrê yê HDP’ê Muslum Dogan, rêveberên DBP û HDP’ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê jî di nav wan de gelek kes ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
Parlamenterên HDP’ê û yên li gel wan wê derbasî navenda navçeyê bibin û piştgiriyê bidin gel.