Parlamenterên HDP’ê serdana esnafên navçeya Sûrê kirin

Parlamenterên HDP’ê Feleknaz Uca û Nîmetullah Erdogmuş tevî wekîlê hevşaredarên Sûrê Îzzettin Candan, çûn serdana esnafên navçeya Sûrê û bi taybetî jî esnafên Taxa Fatih Paşayê ya ku di bin dorpêçê de mabû û gelek ziyan li taxê hatibû kirin.

Parlamenterên HDP’ê Feleknaz Uca û Nîmetullah Erdogmuş tevî wekîlê hevşaredarên Sûrê  Îzzettin Candan, çûn serdana esnafên navçeya Sûrê û bi taybetî jî esnafên Taxa Fatih Paşayê ya ku di bin dorpêçê de mabû û gelek ziyan li taxê hatibû kirin. Xelkên taxê bi dirûşma, “Bijî aştî”, “Em aştiyê dixwazin ne şer” û “Dîsa Dîsa Aştî”  heyeta HDP pêşwazî kirin.

Parlamenterên HDP’ê Feleknaz Uca û Nîmetullah Erdogmuş  tevî heyeta bi wan re yek bi yek li esnafan geriyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Li gel wekîlê hevşaredaran rêveberên partiya DBP û HDP û endamên meclîsa Sûrê jî di nava heyetê de cih girtibûn.

Heyeta HDP'ê bi esnafan re sohbeta nêzîkbûna hilbijartinan kir û bi giştî esnafan diyar kirin ku wê ev hilbijartin tiştekî nû bi xwe re neyne û wê encam wekî hilbijartinên berê bin. ango dê arêmanca vê hikûmtê a desthiladariya partiyeke bi tenê dîsa pêk neyê.

Heyetê li xelkê Sûrê guhdarî kir û agahiyên berfireh der barê bandora dorpêçkirina taxê li ser esnafan û gelê taxê guhdarî kirin. Heyetê di serdana xwe ya Fatîh Paşa de rêya xwe bi Mizgefta Kurşunlu jî xistin ku yek ji deverên bibû armanca êrîşan û dîwarên mizgeftê tev bi guleyan hatibû qulkirin.

...