Parlamanterê Partiya Lîberal a Kanedayê Jim Karygîannîs, li avahiya KCD'ê parlamenteren BDP'ê yên li avahiya KCD'ê ketine greva birçîbûnê ziyaret kir. Karygiannis, diyar kir ku ji bo piştgiriye bide çalakiya greva birçîbûnê dê ji bo rojekê têkeve greva birçîbûnê. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku li derve her kesên ku tiştekî bike heye. Kişanak xwest her kes li ber girtîgehan bibe mertalên zindî.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên Kurd ve di 12'e Îlonê de ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza zimanê zikmakî dest pê kir 66 roj berdewam dikin.
Di çarçoveya piştgiriya greva birçîbûnê de çalakiya greva birçîbûnêya parlamenterên BDP'ê jî li avahiya KCD'ê berdewam dike. Parlementerên BDP'ê ku li KCD'ê ketine grevê bi girseyî tên ziyaretkirin. Parlamanterê Partiya Lîberal a Kanedayê Jim Karygîannîs, li avahiya KCD'ê parlamenteren BDP'ê yên li avahiya KCD'ê ketine greva birçîbûnê ziyaret kir.
Karygiannis, ji aliyê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD'e Aysel Tugluk û endamên daimî yên meclîsa KCD'ê ve hate pêşwazîkirin. Karygiannis, di ziyaretê de diyar kir ku ji bo piştgiriye bide çalakiya greva birçîbûnê dê ji bo rojekê têkeve greva birçîbûnê û wiha got: "Demek dirêj e agahiya min ji van çalakiyan heye. Ez dê ji bo piştgiriyê rojekê têkvin grevê."
Piştî Kargiannis Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kirin ku çalakî 66 rojin berdewam dike û wiha got: "Em ji bo mafê xwe yê demokratîk dikevin grevê em heta dawî li pey daxwazên xwe ne. Daxwazên gelê kurt pir zelal in. Mafê parastina zimanê zikmakî û azadiya Brêz Abdullah Ocalan e.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, anî ziman ku hekû kesên dibêjin em mirovin divê li hemberî mirinê bibin mertal û divê her kes li ber girtîgehan bibin mertal. Kişanak, da zanîn ku divê her kes bibin mertal her kesên ku tiştekî bikin heye.