Parlamenter bi rêya çapemeniyê bi hevdîtinên Hewlêr-Bexdayê hesiyan!
Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê cih digirin, bi rêya çapemeniyê hîn bûn ku wê rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê wê hevdîtinê bikin.
Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê cih digirin, bi rêya çapemeniyê hîn bûn ku wê rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê wê hevdîtinê bikin.
Berdevkê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizayî beriya niha bi du rojan dabû xuyakirin, ku nûnerên rêveberiyên Bexda û Hewlêrê wê li Bexdayê hevdîtinê bikin.
'BI RÊYA ÇAPEMENIYÊ EM BI HEVDÎTINÊ HESIYAN'
Alîkarê Serokê Parlamenta Iraqê û Parlamenterê Kurdistanê Aram Şêx Mihemed li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê yan jî ti saziyeke pêwendîdar agahî nedane wan, ew bi rêya çapemeniyê bi hevdîtinê hesiyane.
Mihemed diyar kir ku ev yek ne cara yekê ye tê kirin û got, "Ev ne hevdîtina yekemîn e ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi vî rengî dike. Di hevdîtinên beriya niha de jî nûnerên Kurd ên li Parlamenta Iraqê ji nedîtî ve hatibûn. Beriya wan hevdîtinan, ti agahî ji me re nehatibûn dayîn."
BI BIÇÛKBÛNA MASEYA ÇARESERIYÊ RE, ÇARESERÎ DÛR DIBE
Aram Şêx Mihemed da xuyakirin, ku ji bo pirsgirêkên di navbera rêveberiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê de werin çareserkirin û têkilî li ser rêgeheke rast bên rûniştandin, girîng e ew jî tevlî van hevdîtinan bên kirin û got, "Bexda dixwaze pirsgirêk were çareserkirin, lê belê ji bo ji holê rakirina pirsgirêkan divê nûnerên Kurdan ên li Parlamenta Iraqê jî tevlî van hevdîtinan bibin û nêrînên xwe parve bikin. Maseya çareseriyê çiqasî biçûk û teng bibe, wê çareserî jî ewqasî dûr bikeve. Eger çareserî tê xwestin, divê alî bikevin nava vê diyalogê."
DI NAVA HEYETÊ DE BI TENÊ PDK'YÎ HENE
Di vê navberê de heyeta ji Başûrê Kurdistanê biçe, bi tenê ji PDK'ê pêk tê. Nûnerên partiyên din ên siyasî tê de cih nagirin. Tevî Nêçirvan Barzanî û wezîrê çavkaniyên xwezayî Aştî Hewramî, hemû endamên heyetê ji Partî Demokratî Kurdistan (PDK) pêk tên.