Parêzerên Hevşaredar Îmret ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgehê da
Parêzerên Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ji peywirê hat dûrxistin ji bo ku biryar werê betal kirin serî li Dadgeha Asliyê Ceza dan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê parezerên Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ji ber hevditina wê ya daye Vice Newsê bi biryara Wezîrê Karê Hundir ji peywir hatiye dûrxistin ji bo ku biryar werê betalkirin serî li Dadgeha Asliye Ceza dan. Parêzerê Îmret Sertaç Oskan destnîşan kir ku axaftina Îmret hatine berovajî kirin û wiha got: "Armança ji peyvirgirtinê vala derxistina pergala hevserokatiyê ye."
Oskan diyar kir ku ji bo hevşaredarek ji peywirê bê standin divê di derbarê şaredariyê de suceke wê hebe û wiha axivî: "Der barê hevşaredara me de tu lêpirsinên ji aliyê peywira wê ve tune. Ev biryar ne biryarek hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Emê vê dozê bi şopinin. Em bawerin ku di demek kin de hevşaredara me vegere peywira xwe. "
Hevşaredar Îmret jî diyar kir ku ti eleqeya biryarê bi dadê tune û wiha got: "Ev biryar ne girêdayî daxuyaniya min e. Biryar li dijî pergala hevserokatiyê ye. Ev biryar li dijî vîna gelê Cizîrê hatiye standin".