Parêzerê Ocalan: Alternatîfa tecrîdê, rakirina sîstema Îmraliyê ye

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol got, "Tecrîd bi destûra hevdîtinê ya ji bo parêzer, heyet an jî malbatê bi dawî nabe. Ya girîng ew e, ku sîstema Girtîgeha Îmraliyê bi temamî ji holê were rakirin."

Di rewşeke ku hikûmeta AKP ji bo desthilatdariya bi tena serê xwe dikare şerê navxweyî derxîne û her roj komkujî tên kirin de, armanca tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêtir tê fêmkirin. Bi greva birçîbûnê ya duh li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir re wê 5 rojan bal bê kişandin ser tecrîdê û polîtîkayên şer werin şermezarkirin. Lê belê di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) bêdengiya saziyên pêwendîdar ên li ser mijarê, balê dikişînin.

Ji parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol ji ANF'ê re axivî û got, "Tecrîd bi destûra hevdîtinê ya ji bo parêzer, heyet an jî malbatê bi dawî nabe. Ya girîng ew e, ku sîstema Girtîgeha Îmraliyê bi temamî ji holê were rakirin." Erol diyar kir ku CPT beriya sala 2011'an car carna dest li astengiya li pêşiya hevdîtinên parêzeran werdida, lê belê ev 4.5 sal in ti helwestê nîşan nade.

Erol bal kişand ser pêwendiya tecrîda li ser Ocalan bi polîtîkayên şer ên AKP'ê re û anî ziman ku helwesta welatên Ewropayê jî dibe ku helwesteke 'binêre û bibîne' be û li gorî encamên hilbijartinê wê diyar bibe.

'ZIYARET BI TENA SERÊ XWE TECRÎDÊ JI HOLÊ RANAKE'

Erol bibîr xist ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve Heyeta Îmraliyê, ji Cotmeha 2014'an û vir ve malbat û ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve jî parêzer nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Lewma, divê tecrîda heyî ya li Îmraliyê bi tenê bi yek ji van neyê nirxandin. Pêwîste em vê yekê êdî bi awayekî zelal vebêjin. Girtîgeha Îmraliyê ji sala 1999'an dema avakirinê û vir ve, li gorî siyaseteke tecrîdê ya taybet û rêk û pêk hat rêvebirin. Tecrîd di bingeha Girtîgeha Îmraliyê de heye. Ji ber vê yekê, çûyîna heyeta siyasî (Heyeta HDP'ê), çûyîna hin parêzeran, yan jî çûyîna malbata Birêz Ocalan bi tena serê xwe têra rakirina tecrîdê nakin.

Pêwîste em bêjin, ku Îmrali ti carî di statuyeke girtîgehê de nehatiye avakirin û bi rê ve birin. Rewşeke bi vî rengî ye; Dibe ku navê xwe Girtîgeha Îmraliyê be yan jî weke cihekî hiqûqî tê binavkirin. Lê belê Girtîgeha Îmraliyê ti carî ti carî nebû cihekî li gorî pîvanên hiqûqî yan jî îdarî."

Parêzer Erol anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê, di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de cihekî ku qanûnên Komara Tirkiyeyê lê bi cih nayên anîn e û destnîşan kir ku sîstema tecrîdê di hiqûqa navneteweyî de jî prisgirêkek e.

CPT EV 4,5 SAL IN LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG E

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol da xuyakirin ku her çend hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi parêzeran re bi qasî 4,5 sal in tên astengkirin jî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) 'bêdeng in' û helwesteke 'xwe ji ketina nava tevgerê vedigire' nîşan didin. Erol ragihand ku CPT çend sal berê ketibû nava hin hewldanan, lê belê helwesta xwe ya di salên dawî de balkêş e.

Erol der barê mijarê de wiha axivî: "Lê belê di asta heyî de em dibînin, ku mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî pirsgirêkên li Girtîgeha Îmraliyê gelekî bêdeng in, nakevin nava tevgerê. Bi dîtina min, divê li ser sedemên vê yekê were rawestîn. Di sala 2009'an de dema çûn û hatina parêzeran a ji bo Girava Îmraliyê dihat bisînorkirin, mînak; gava li şûna 52 caran di nava salê de 15 caran destûra hevdîtinê dihat dayîn CPT nerazîbûn nîşanî vê dida. CPT li hemberî Tirkiyeyê pêkanîn jî dabû destpêkirin. Lê belê balkêş e, ji Tîrmeha 2011'an û pê ve hevdîtina parêzeran bi temamî hatin birîn û tevî vê yekê jî saziyên navneteweyî di nava bêdengiyeke kûr de ne."

DER HEQÊ SERLÊDANA BERIYA 4 SALAN LI DMME HAT KIRIN, TI TIŞT NEHATIYE KIRIN

Erol bal kişand ser helwesta DMME jî û anî ziman ku wan beriya 4 salan der barê 'binpêkirina mafê parastinê' de serî li dadgehê dane, lê belê der barê vê serlêdanê de hînê ti tişt nehatiye kirin. Erol der barê mijarê de got, "Di vê mijarê de me di Cotmeha 2011'an de serî li DMME dan. Bi taybetî me ragihand ku rakirina hevdîtina parêzeran 'binpêkirina mafê parastinê ye'. Tevî ku di ser re 4 sal derbas bûn jî em hîn bûn ku tiştek nehatiye kirin. Di vir de tiştekî zelal tê dîtin; Îmrali di rewşa heyî de, ne ji aliyê siyaseta herêmî ya Tirkiyeyê, bûye qadeke ku siyaseta navneteweyî li ser hin teserûfan dike."

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TECRÎDKIRINA AŞTIYA LI TIRKIYEYÊ YE'

Erol da xuyakirin kuw eke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ew ê diyaloga xwe ya bi DMME û CPT re bidomînin û destnîşan kir ku têkiliyên navbera dewleta Tirk û Kurdan hatiye radeyeke nema karibe bimeşin. Erol ragihand ku Tirkiye ber bi şerekî giran ê bi xwîn ve diçe û destnîşan kir ku diyaloga bi Ocalan re were kirin wê ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê baş be. Erol got, "tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiya li Tirkiyeyê ye."

'ALTERNATÎFA TECRÎDÊ, RAKIRINA SÎSTEMA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ'

Parêzer Erol bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di diyarkirina pêvajoyê de û da zanîn, ku divê derfet werin afirandin ji bo Ocalan karibe bi awayekî azad tevbigere. Erol got, "Alternatîfa tecrîdê, rakirina sîstema Girtîgeha Îmraliyê ye."

Erol axaftina xwe wiha dewam kir: "Aktorê sereke yê muzakereyên aştiyê yên li Tirkiyeyê Birêz Ocalan e. Lewma, dema we derfetên ragihandinê yên aktorê damezrîner bisînor kirin, hingî hûn bi awayekî xwezayî derfetên pêvajoya aştiyê jî bisînor dikin. Bersiva vê ya yekser jî, 'kûrbûna şer' e."

Erol ev xal destnîşan kir: "Eger em aştiyê dixwazin, wê demê mûxatabê sereke yê pêvajoya aştiyê Birêz Ocalan divê di vê pêvajoyê de yekser û bi awayekî azad hebe. Ev yek wê were garantiya aştî û pêvajoya aştiyê. Wekî din, her aktora dixwaze vê pêvajoyê sabote bike, êrîşî Îmraliyê dike û bisînor dike. Û ev yek hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve rê li ber rewşeke xitimandî vedike. Ti saziyeke neteweyî yan jî navneteweyî nikare vê rewşa xitimandî ji holê rake. Lewma, alternatîfa tecreîda li Girtîgeha Îmraliyê, ne bûyîna xwedî standartên girtîgeheke asayî ne jî pêkhatina çend hevdîtinan e. Alternatîfa tecrîda li wir, bi temamî rakirina sîstema Girtîgeha Îmraliyê ye."

Parêzer Erol destnîşan kir ku der barê mijarê de ew ê serlêdan û hevdîtinên xwe yên li DMME û CPT bidomînin.