Bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yek bi yek ji bin kontrola desthilatdariya rejîma Beşar Esed derdikevin. Bajarê yekem Kobanê bû. Gelê Kurd û hêzên wî yên pêşeng û rêxistinkirî navenda bajar girtin destê xwe. Hemû sazî û avahiyên dewletê kontrol kirin û ji bo parastina ewlekariya giştî Yekîneyên Parasitina Gel (YPG) ava kirin. Liv û tevger bi beşdariya hemû hêz û partiyên Kurdan û di çarçoveya peymana Hewlêrê de bû. Ji mamûrên dewletê, endamên hêzên istixbarat û polîsan hate xswestin ku yekser Kobanî terk bikin û hewl nedin êrîşî gel bikin.
Niha mirov dikare bêje Kobanê bi giştî azad bûye û ji bin desthilatdariya rejîma Baasê rizgar bûye. Ev cara yekemîne di tevahiya dîroka Rojava de ku herêmek Kurdan weha xweser dibe û ala rengîn li ezmanê wê tê hildan.
Bajarên Amûdê û Dêrikê jî bi şêweyekî sîstematîk ji bin kontrola hêzên Esed derdikevin û dikevin bin destê hêzên Kurd. Yekser komîteyên parastinê yên hevbeş tên avakirin. Ewlekariya bajaran tê gerantîkirin û rê li ber kaos û tevliheviyê tê girtin.
Bê guman her çiqasî ku ev azadkirin li jêr navê tevahiya Kurdan tê bidestxistin, lê mirov pêwîste bêje ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi kar û barê sereke radibe. Bi riya bi hezaran ciwanên ku PYD ev 16 meh wan perwerde dike, Kurdan bi rihetî û bi awayekî pispor dikarîbûn tevahiya heremên azadkirî bigrin bin destê xwe û hîmên projeya Xweseriya Demokratîk bi cih bikin. Ji bo yekîtiya Kurdan esas were girtin û rê li ber hêzên tarî û komên ajanên dewleta Tirk were birîn, PYD biryara hevkariya bi hêzên Kurd yên din re da. Ev birayar bi peymana Hewlêrê bi gewde bû. Eger lihevkirinek di nava hêzên Kurdan de nebûya, dewleta Tirk wê bi rihetî hin komên Kurd yên biçûk bi riya pere û çekan li dijî PYD’ê û îradeya azad ya gelê Kurd bikar bianiya. Me nîşanên vê yekê di dokumenta ku ji nûneriya Tirkiyeyê ya Hewlêrê derketibû de dît. Dewleta tirk û AKP’ê pîlanek qirêj ji bo dursitkirina şerekî navxeyî di nava Kurdan de danîbûn.
Ev pîlan bi têgihîştinek berpirsyar a PYD û partiyên Kurd yên welatparêz, her wiha bi hevkarî û destekdayina hikûmeta Başûr û rêveberya KCK’ê vala hate derxistin.
Dewleta Tirk dê bê înîsyatîf nemîne. Dê hewl bide hêzên muxalefeta ereb li dijî Kurdan sor bike. Jixwe siyaseta AKP’ê li Sûriyeyê li himberî Kurdan li ser du hîman dimeşiya.
Yekemîn: Sorkirina hêzên muxalefeta Ereb li dijî maf û nasnameya gelê Kurd, bi taybetî jî rêxistina Birayên Misliman û Meclîsa Stenbolê.
Duyemîn: Hewledana durstkirina şerekî navxweyî di nava Kurdan de. Jixwe hin komik hatibûn amedekirin û ji bo şerê çekdarî li dijî PYD’ê hatibûn perwerdekirin jî. Van komikan hin êrîş li dijî endamên PYD li dar xistin. Êrîşî navenda Yekîtiya Star li Efrînê kirin. Endamê Yekîtiya Ciwanan (Çekdar Amed) qetil kirin. Hir wiha endamên Meclisa Gel a Efrînê (Murad Ebdo) jî birîndar kirin.
Di rojeva van komikan de gelek pîlanên qirêj hene. Lê piştî peymana Hewlêrê cilik ji bin lingê van komikan hate kişandin û helwestek giştî ya hemû hêzên Kurd yên welatparêz li himberî mudaxeleya dewleta Tirk û komikên girêdayî wê hate diyarkirin. Bi taybetî piştî helwesta hêzên muxalefeta Ereb a dijminane li dijî Kurdan ku li kongreyê Qahîreyê diyar bû, tevahiya partiyên Kurd ên Rojava li xwe vegeryan û gotinên PYD’ê yên derbarê muxalefeta Ereb û mudaxela AKP’ê de fêhm kirin.
Niha hemû partî û hêzên Kurd li Rojava ji her demê zêdetir yekdeng û yek helwest in. Her weha ji bo wan ew stratêjiya ku PYD derbarê serhildana gel li Sûriyeyê nîşan dabû, rast û têkûz derket. Ji ber hindê ew niha ji bo hevkariya PYD amede ne. Lê divê para wan jî di nava van guhertinên ku li Rojava de diqewimin, hebe.
Me got ku PYD di nava hemû hêzên Kurdan yên din de hêza herî rêxistinkirî û bi rêkûpêk e. Ew xwedî îmkan û cemawer e. Ji bo her şêweyê pêşveçûnan li Rojava û Sûriyeyê amedekariyên cidî wergirtin. Ji ber hindê ew dikare serkêşiya eniya Kurd ya niştîmanperwer bike. Lê divê PYD xwedî tolerans û dilekî mezin be. Divê himbêza wê ji bo hemû hêz û partiyên Kurd yên welatparêz vekirî be. Ev yek dikare rê li ber mudaxeleya dewleta tirk bigre û hin komikên Kurd yên ajanên AKPê marjînal û bê bandor bike.
Çend xalên girîng
Belê, niha heremên Kurdan yek bi yek tên azadkirin. Ev xewnek bû û niha dibe rastî. Lê divê em bikarin vê destkeftiyê wek rastî bihêlin û rê li ber hemû şêweyên tehdîdan bigrin. Divê em rewşa gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê bigrin ber çavên xwe. Ji ber hindê çend xal hene, divê di vê qonaxa hesas de baş ber bi çavan werin girtin:
- Divê ewlekariya heremên Kurdan bi riya YPG û bi beşdariya tevahiya hêzên Kurdan û nûnerên gel û mezhebên din yên li heremê dijîn, were misogerkirin.
- Divê li ser sembolên Kurdan were lihevkirin û ala Serhildana Gel ya Sûriyeyê jî li ser saziyên dewletê were hildan. Çimkî mijara ala dewletê dikare ji aliyê AKP’ê û hêzên muxalefeta ereb yên girêdayî wê were bikaranîn.
- Divê peywendî bi ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê“ re werin danîn û ji bo parastina heremên Rojava peyman werin îmza kirin. Divê were zanîn ku ev ‘artêşa Azad’ bûye rastiyek Sûriyeyê û niha ew cih li hêzên rejîma Esed teng dike û dibe ku nêzîk desthilatdariyê bigre bin kontrola xwe. Ev ‘Artêşa Azad’ ji gelek koman pêk tê û hemû ne li ser yek fikir û baweriyê ne. Her weha ne li jêr yek desthlatdariyê de ne. Ji ber hindê dikarin zû li dijî Kurdan werin bikaranîn. Divê têkilî li gel serkêşiya vê artêşê hebe, lê di heman demê de jî tedbîrên cidî li dijî her cûreyê mudaxeleyek wê ya leşkerî werin stendin.
- Divê têkilî di navbera Kurdan û Ereban de, li hemû heremên Rojavayê Kurdistanê de, bi taybetî Efrîn, Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê, werin xurtkirin. Konfransên biratiya gelan divê bi awayekî sîstematîk werin lidarxistin û peymanên biratiyê werin îmze kirin. Divê em rewşa Mûsilê bînin ber çavên xwe, AKP’ê dikarîbû piraniya eşîreyên Ereban bikişîne aliyê xwe û wan li dijî Kurdan sor bike û li dijî madeya 140 derbixîne. Divê ev sînaryo li Rojava dubare nebe.
- Divê têkilî û şêwirdarî bi hikûmeta başûrê Kurdistanê û rêvêbirya KCK neyête qut kirin û bi wan re li ser rewşa Rojava roj bi roj were axaftin.
Hêz di yekîtiyê de ye
Li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin çêdibin, lê gelek neyar jî hene. AKP hîna ji bo siyaseta xwe ya li himberî Iraqê ya di sala 2003’an de xweliyê tîne serê xwe. Ew qet li himberî Kurdên Rojava bê deng namîne. Ewê gelek texrîbatan bike. Divê ev yek baş were zanîn.
Hêza Kurdên Rojava di yekîtiya wan de ye. Ji ber hindê peymana Hewlêrê divê bê parastin û xurtkirin û alîkariya hêzên din yên Kurdistanî jî bê stendin.
Kurdên Rojava dikevin qonaxek dîrokî, loma divê tenê neyên hîştin…
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka