Operasyonên qirkirina siyasî: Li Çelê 30 kes hatin binçavkirin

Li 2 gund û 3 gundikên girêdayî Çelê qedexeya kolanan berdewam dikin, piştî serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Bajêr Abdullah Olmez jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Li 2 gund û 3 gundikên girêdayî Çelê qedexeya kolanan berdewam dikin, piştî serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Bajêr Abdullah Olmez jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Li gundên Aşût, Gêmanê û gundikên Mêrgan, Minyaniş û Zawîtê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê di bin navê "qedexeya kolanan” de terora çeteyên Qesrê berdewam dike. Ketin û derketina gund û gundika ji aliyê çeteyên Qesrê ve bi wesayîtên zirxî hatine girtin û hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê li derdorê gundan lêgerînê dikin. Çeteyên ku bi ser her malê de digirin li gundê Aşût û gundikên Zawîte û Minyanişê Endamê Meclisa Giştî yê DBP’a Colemêrgê Abdullah Olmez jî di nav de nêzîkê 30 kes binçav kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di gundikên Zawîte û Minyanişê de hê jî serdegirtina malan berdewam dike û ragihandin ku hejmara kesên binçavkirî dibe ku zêdetir bibe.

Her wiha li herêma di navbera Gêman û Minyanişê dimîne de car bi car dengê topan tê û hat dîtin ku li hin cihan dûman bilind dibin. Dîsa ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Çelê ber bi gundên qedexekirî ve sewqiyata leşkerî hate kirin.