Operasyona li Şemzînanê paş de vekişiya

Operasyona li Şemzînanê paş de vekişiya

Operasyona artêşa Tirk li navçeya Şemzînanê ji 10ê mijdarê ve hatibû destpêkirin, 11ê mijdarê vekişiya.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Di 10’ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê operasyon hatibû lidarxistin û artêşa dagirker a tirk li Girê Şikêrê Spî bicîh bibû, di 11 Cotmehê de hatibû lidarxistin û li wir bi cîh bibûn, di 11’ê Cotmehê de danê sibê ev gir hatiye berdan û ev der terikandine.”

Her wiha, Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê serbestberdana 3 mamosteyên li Midyadê de jî ev agahî da: “Di 8’ê Mijdarê de li navçeya Midyada Mêrdînê di dema kontrolkirina li ser riya Fîlê 3 mamoste hatibûn binçavkirin, piştî sozdana wan a wê di dibistanên bişaftinê de kar nekin û Kurdistanê terk bikin dane serbest hatine berdan.”