BI DÎMEN

Operasyona li Minbicê di roja 70. de ye

Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku di 1'ê Hezîranê de ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, di roja 70. de dewam dike.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di roja 69. a Pêngava Rizgarkirina Minbicê de, navenda bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê li çend tax û nuqteyên li bakurê bajêr hatine dorpêçkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên li hemberî van çeteyan didomînin. Temamiya navenda bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û rizgarkirin.

Li navenda çandê, nexweşxaneya Emel, xaçerêya ewlekariyê, postaxane, sûka El Mûxeta, taxa El Serab, taxa El Cûra, dibistana çandiniyê û li ser rêya Cerablûsê, şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewam dike. Li van deveran, çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

XAÇERÊYA STRATEJÎK A LI NAVENDA BAJÊR HAT RIZGARKIRIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di encama şerekî dijwar ê duh û pêr de, xaçerêya Kure El Erdiye ku cihekî stratejîk e ji çeteyan paqij kirin.

Li dû xaçerêya Kure El Erdiye, taxa El Tibê jî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.