Operasyona li Mêrgezer didome
Hat diyarkirin ku li herêma Mêrgezer a Geverê ji duh ve operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî didome û di nava rojê de li hin deveran pevçûnan rû dane.
Hat diyarkirin ku li herêma Mêrgezer a Geverê ji duh ve operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî didome û di nava rojê de li hin deveran pevçûnan rû dane.
Piştî gerîlayên HPG û YJA Star li devera Vezîran a 5 kîlometre dûrî navenda Geverê rê kontrol kirin, bi tevlîbûna gelek leşker û piştgiriya hewayî operasyon hat destpêkirin. Di çarçoveya operasyona ku dewam dike, heta saetên sibehê balafirên şer, helîkopterên Skorsky û Kobra, qadên Mêrgezer, Çalareşke, Zevê Sorê û Kanîspî bi awayekî zêde bombe kirin. Hat ragihandin ku ji saetên duh êvarî ve ji Qereqola Kamişli qadên mijara gotinê bi top û obusan tên bombekirin.
Hat ragihandin ku li hin nuqteyên bomberdûman tê kirin, di bejahiyê de bi wesayîtên zirxî sewqiyat tê kirin û di nava rojê de cih bi cih pevçûn rû didin. Operasyona li herêmê didome.