Operasyon û bomberdûman didomin
Operasyon û bomberdûmanên artêşa Tirk ên li hemberî herêmên gerîla dewam dikin.
Operasyon û bomberdûmanên artêşa Tirk ên li hemberî herêmên gerîla dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk li sêgoşeya Lice, Hênê û Dara Hênê dest bi operasyonekê kiriye. HPG'ê got, "21'ê Mijdarê saet di 02:00 de artêşa Tirk btevlîbûna 10 hezar leşkeran li sêgoşeya navçeyên Amed Lice û Hênê-navçeya Çewlik Dara Hênê û li herêma Apê Mûsa dest bi operasyonê kiriye. Artêşa Tirk li qadên Talika Mezin, Taşlika Biçûk, Keçî Noktasi, Ziyareta Mezin, Ziyareta Biçûk, Qliboga, Paşê Çiya, Kambaz, Gorton, Çiyayê kelê, Qilêdar, Markê, Xweylî, Meçê Elik, Orta Alan û Gezan ên navbera navçeyên Hênê û Liceyê bi cih bû û operasyon li qadeke mezin berfireh kir. Heman rojê artêşa TC ketiye nava Şehîdgeha Şehîd Harûn û zerar daye şehîdgehê. Hêza operasyonê di heman demê de avêt ser gundên Peynik û Xîraba û gule li malan reşand. Roja 22'ê Mijdarê hêza operasyonê xwe vekişandiye, lê hin yekîneyên veşartî li qadê hene."
HPG'ê diyar kir ku bomberdûmanên ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin jî dewam dikin û di vê der barê de ev agahî da:
"22'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-17:00 de qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li ser xeta sînor a Heftanînê; qada Bektorya, roja 23'ê Mijdarê saet di navbera 11:00-12:00 de jî artêşa TC a li qada Şehîd Kendal bi cih bû, obus û hawan avêt Girê Şehîd Rênas.
22'ê Mijdarê saet di navbera 16:00-18:00 de, Alaya Bilican a li ser sînorê herêma Zapê, bi obus, hawan, katyûşa û bombeyên mîsket qadên Şehîd Kahraman û Ertûşê bombe kir.
23'ê Mijdarê (îro) saet di navbera 08:00-10:00 de qereqola Tepê Sor a li herêma Metîna, hawan û obus avêt girên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm û Colemêrg.
Roja 23'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-12:00 de qereqola Oremarê ya li herêma Avaşînê bi tank, obus û hawanan derdora xwe bomerdûman kir."
HPG'ê li ser tevgera kefşê jî got, "22'ê Mijdarê saet di 18:00-21:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 08:00-22:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 12:00-00:00 de li herema Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin."