Duh bi şev di operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyaseta demokratîk de, Parlementerê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Surre Onder li Enqereyê hatibû binçavkirin û pişt re bi daxwaza girtînê sewqî Edliyeya Amedê hatibû kirin. Onder ê ku pişt re ji aliyê heyeta dadgehê ve bi vênêrîna şertê edlî serbest hatibû berdan diyar kir ku, ji wan bêtir rewşa hevalên wan î hatine girtin girîngtir e.
Onder ê ku got "Ev li dijî siyaseta demokratîk û îdeala jiyana hevpar derbeya herî mezin e" wiha axivî: "Em ê bi hemû hêza xwe li her qadên jiyanê vê nêzîkatiya tasfiyekar a li dijî siyaseta demokratîk teşhîr bikin."