BI DÎMEN

Odeya Mîmaran: Şopa çekên MKE ji holê tê rakirin

Hikûmeta AKP'ê, ku piştî ragihandina modela xwerêveberiyê bajarên Bakurê Kurdistanê veguherand qada şer, destûrê nade saziyên dixwazin rewşê li cih lêkolîn bikin.

Hikûmeta AKP'ê, ku piştî ragihandina modela xwerêveberiyê bajarên Bakurê Kurdistanê veguherand qada şer, destûrê nade saziyên dixwazin rewşê li cih lêkolîn bikin.

Nûnerê Odeya Mîmaran a Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku li bajarên bûne xirbe, ew bi fermana devkî tên astengkirin û diyar kir, destûr nayê dayîn xisara bi çekên Endustriya Makîne Kîmya (MKE) li Cizîrê hatiye kirin were lêkolînkirin. Tuzun got, "Di karê xwe de me ev dît; Bi çekên ji aliyê MKE ve hatine çêkirin hatine teqandin. Ji ber bikaranîna çekên MKE, tank, top û hawanan xisar li avahiyan bûne. Parçeyên van çekan li wê derê ne û li ser wan jî mora MKE heye. Li gorî min ev yek nîşan dide bê kê ev der wêran kiriye û çawa hilweşandiye. Lê belê, ji bo ev yek neyê îspatkriin bi israr nahêlin em mîmar lê bixebitin."

'POLÎTÎKAYA ABORIYÊ YA AKP'Ê EV E'

Nûnerê Odeya Mîmaran a Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku xisara li bajarên Kurdistanê hatiye kirin 'polîtîkaya aboriyê ya hikûmetê' ye û ev nirxandin kir: "Divê mirov beriya talana ku AKP dixwaze di çarçoveya Qanûna Cemawerîkirina Lezgîn de erdnîgariya Kurdistanê talan bike, binêrin. Heta sala 2009'an polîtîkayeke hikûmeta AKP'ê ya diyar hebû. Bi yekdestîkirina malên cemaweriyê, bi avakirina binesaziyeke aboriyê ve xwest aboriyê bi pêş ve bibe. Piştî sala 2009'an vê carê hedef bi temamî guherî. Di sala 2011'an de krîzek mîna ya înşaetê ku li DYA rû da, li Tirkiyeyê jî der bû. Ji ber vê yekê hemû polîtîkayên li Tirkiyeyê li ser înşaet-jêxwarinê hat rûniştandin. Ev yek jî di bin navê zexmkirina protokolên di çarçovya qanûnên ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re hatin morkirin de, bi projeya veguherîna bajêr xistin meriyetê. Li gorî têgihiştina dewleta civakî, diviyabû malên gel bihata zexmkirin û radestî gel bihata kirin. Herêmên veguherîna bajêr bihata kirin, diviyabû li gorî rewşa civakî, aborî û çandî ya civakê, veguheriyan navenda rantê."

XIRBEYÊN AVAHIYAN ÇIMA BI LEZ Û BEZ TÊN RAKIRIN?

Tuzun da zanîn, li bajarên bi fermana hikûmeta AKP'ê ve hatine xerakirin, destûr ji wan re nayê dayîn ku lêkolînan bikin û got, "Li erdnîgariya Kurdistanê hûn hewl didin bi tank û topan bajêr xera bikin, li rojavayê Tirkiyeyê jî hûn ji qelsiya aboriyê ya civakê sûdê werdigirin. Hûn mirovan neçar dihêlin. Li gelemperiya cîhanê mafê stargehê, yek ji mafên xwezayî yên jiyanê ne. Ji ber ku di vir de jî feraseteke jêxwarinê heye, ev daxwazên gel û binesaziya aboriyê ji nedîtî ve tên. Me jî di vê çarçoveyê de xwestin li Cizîrê tespîta xisarê bikin, lê belê nehiştin. Ti sparteyeke xwe ya hiqûqî tinebû, bi tenê bi fermanên devkî pêşî li me hat girtin. Eger weke TMMOB karê me tê astengkirin, wê demê armanc çi ye? Me xwest mîna hemû saziyên fermî, asta hilweşînê di raporekê de berhev bikin. Lê belê bi fermana devkî pêşî li me tê girtin. Wateyeke vekirî ya vê heye. Em dixwazin li vê derê lêkolîn bikin bê ev hilweşîn ji aliyê kê ve bi çi rengî hatiye kirin û binpêkirina mafên mirovan di kîjan astê de ye."

'ŞOPA ÇEKÊN MKE JI HOLÊ TÊN RAKIRIN'

Tuzun ragihand, hewl tê dayîn şopa çekên MKE ya ji artêşa Tirk re çekan çê dike, li Cizîrê ji holê bê rakirin û got, "Lê belê li Cizîr, Sûr û Hezexê, ji bo kesek nebîne xirbeyên li wê derê ji holê radikin. Sedema vê çi ye? Ji bo neyê tespîtkirin ku hilweşîna li vir ji aliyê kê ve hatiye kirin, ev tê kirin. Me bi tespîtên xwe dikirin belge. Di karê xwe yê heta niha de me ev dît: bi çekên MKE derî hatine teqandin, bi çekên MKE, tank, top û hawanan xisar li avahiyan hatiye kirin. Parçeyên van çekan li wê derê ne û li ser wan jî mora MKE heye. Li gorî min ev yek nîşan dide bê kê ev der wêran kiriye û çawa hilweşandiye. Lê belê, ji bo ev yek neyê îspatkriin bi israr nahêlin em mîmar lê bixebitin."

...