Nûçegîhanê DÎHA yê Dîlokê Mehmet Hakki Yilmaz ê ku li cihê êrîşa bombeyî ya Dîlokê hatibû binçavkirin bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin. Tevî Yilmaz hejmara nûçegîhanên DÎHA yên hatine girtin gihişte 10’an.
Nûçegîhanê DÎHA yê Dîlokê Mehmet Hakki Yilmaz ê ku piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê cara yekem çû cihê bûyerê û li wir hate binçavkirin û hevalê wî yê malê Cahît Ozbek, piştî karên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê bi îddiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê Yilmaz û Ozbek sewqî dadgehê kirin. Nûçegîhanê DÎHA’yê Yilmaz li dadgehê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin, Ozbek jî bi şertê "venêrîna edlî" serbest hate berdan.
10 NÛÇEGÎHANÊN DÎHA’YÊ GIRTÎ NE
Li gel Yilmaz hejmara nûçegîhanên DÎHA'yê yên hatine girtin gihişte 10’an. Beriya niha jî nûçegîhanên DÎHA’yê Nedîm Oruç, Nurî Akman, Nazim Daştan, Feyyaz Îmrak, Mazlum Dolan, Ziya Ataman, Meltem Oktay, Muhammed Dogru, Bîlal Güldem hatibûn girtin.