Nûçegihanê DÎHA'yê Tûray hat binçavkirin
Li Stewrê di serdegirtinên malan de nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray û Alîkarê Hevşaredaran jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Stewrê di serdegirtinên malan de nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray û Alîkarê Hevşaredaran jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Li navçeya Mêrdîn Stewrê di serdegirtinên malan de nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray û Alîkarê Hevşaredaran jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Danê sibehê li Taxên Ewîna û Şûtê di serdegirtinên malan de nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray, Alîkarê Hevşaredarên Stewrê Osman Ok û endamên DBP'ê Mehmet Saît Tûncer, Şakîr Tûran û Yûsûf Arat hatin binçavkirin.
5 kesên ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, şandin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.
Her wiha di heman serdegirtinê de bi ser mala welatiyê bi navê Mûrat Can de jî girtin, lê belê hat diyarkirin ku Can ne li malê bûye û ji ber vê nehatiye binçavkirin.