Midûrê Nûçeyan ê Herêma Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Sertaç Kayar hate binçavkirin.
Midûrê Nûçeyan ê Herêma Amedê yê DÎHA'yê Sertaç Kayar dema ku ji bo ehliyetê bigire çû Qereqola Polîsan a Şehîtlikê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Kayar ji ber îfadeyên di doza der heqê wî de hate vekirin ji UYAP'ê neketiye hate binçavkirin. Lê Kayar di çarçoveya heman dozê de îfade dan lê ji ber ku îfadeyên wî neketin pergalê hate binçavkirin. Kayar, ji qereqola polîsan birin Edliyeya Amedê.
Kayar, di 29'ê hezîranê de jî li navçeya Pasurê ya Amedê bi heman hincetê hatibû binçavkirin û di 30'ê hezîranê de li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serbest hatibû berdan.