BI DÎMEN

NPG: Xwîna Azadan, Çekdaran wê li erdê nemîne

NPG'ê diyar kir, tevî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser û ji fermandarên HPG'ê Çekdar Amed şeş gerîla li Licê jiyana xwe ji dest dane. NPG'ê got, "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne, hesab wê were pirsîn."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) da xuyakirin, ku rejîma AKP'ê ya mêtînger-faşîst roja 2'ê Gulanê li herêma Licê ya Amedê operasyonek pêk aniye û got, "Di vê operasyona hewayî û bejahî de tevî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser û ji fermandarên hêja yên HPG'ê Çekdar Amed şeş hevalên me şehîd ketin."

Di daxuyaniya NPG'ê de hat gotin, "Piştî vê êrîşa xayin a dijmin, li xelekên şehadetê yên dîroka têkoşîna me, xeleke din zêde bûye. Li ser bingeha van şehadetan wê li eyaleta Amedê şer û têkoşîn xurtir bibe."

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG'ê bi vî rengî dewam kir:

'HEVALÊ AZAD DA SER ŞOPA EGÎDAN'

"Hevalê Azad Sîser ji nava gelê me yê welatparêz ê Garzanê derketiye û mezin bûye. Ji Êlih a xwedî hestên xurt ên welatparêziyê, di sala 1992'an de tevlî refên partiyê bû. Di pêvajoyên girîng ên pratîkê de derbas bû, bû xwedî erk û li gelek herêmên Kurdistanê bi wezîfeya xwe rabû. Bi taybetmendiyên xwe yên paqij, durust û wêrekî da ser şopa Egîdan û bû xwedî meşeke giranbuha. Bi dilsozî û biryardariya xwe ya bi gel û doza xwe ve, di pratîka xwe de nîşan da ku ewladê gelê kurdistanê ye. Bi jiyan û sekna xwe ya şoreşgerî, bû fermandarek û rê nîşanî ciwanên Kurdistanê da.

HEVALÊ ÇEKDAR BI RUHÊ APOYÎ YÊ FEDAÎ LI REFÊN HERÎ PÊŞ ŞER KIR

Hevrê Çekdar Amed, ewladekî leheng ê Amed a berxwedêr bû, ku bi taybetmendiyên xwe yên berxwedêrî û wêrekî derdiket pêş. Li Amed a hestên welatparêziyê lê xurt in ji dayik bû, mezin bû û di salên 90'î de tevlî nava refên partiyê bû. Di têkoşîna xwe de sekneke hêjayî lehengî û welatparêziya gelê Amedê nîşan da. Fermandarekî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi rengekî milîtanî cihê xwe li refên herî pêş ê şer girt. Hevalê Çeko ku bi cesareta xwe her tim derdiket pêş, kedeke mezin da têkoşînê û weke hevalek^fedekar cihê xwe li çiyayên Kurdistanê û di dilê gelê me de girt.

'WÊ HESAB BÊ PIRSÎN'

Rejîma AKP'ê, ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi qedandina pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê me, di oxira hesabên xwe yên desthilatdarî û qesrê de li hemberî gelê me dest bi pêleke bêsînor a êrîşan kir, îro di nava rewşeke xitimandî de ye. Gelê me bi îlanên xwerêveberiyê û berxwedana xweparastinê li bajaran bersiv da van êrîşan. Gerîla jî qadên bejahî bi pêngavên bersivdayînê ve ev êrîşên dijmin bêbersiv nehiştin û derbên giran li wan dan. Vê berxwedana gelê me, plan û armancên kirêt ên çeteyên qesra AKP'ê eşkere kiriye û raxistiye pêş çavan. Gelê Êlihê yê welatparêz, di serî de fermandar Egîd gelek fermandar daye vê têkoşînê. Çawa ku li ser şopa Egîdan mîna fermandarê hêja yê berxwedana Sûrê Çiyager û Azad derxist holê, gelê Êlihê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz xwedî wê potansiyelê ne ku hînê bi sedan fermandarên milîtan bafirîne. Divê neyê ji bîrkirin, her ciwanekî li kolanên Amedê dimeşe, namzet e ku bibe fermandar Çeko. Di vê dema dîrokî ya têkoşîna me de şehadeta Azadan û Çekoyan ti carî windahî nîne. Weke ku di sedan mînakên li dîroka me ya têkoşînê tê dîtin, ev xeleka hêja ya şehadetê jî wê ji bo Amedê û tevahiya gelê Kurdistanê bibe çavkaniya hêzê û têkoşîna berxwedanê mezintir bike. Xwîna ti ji şehîdên me wê li erdê nemîne û hesabê wan wê bê pirsîn. Li ser vê bingehê em bang li gelên welatparêz ê Êlih û Amedê dikin, li ser xeta van ewladên xwe yên hêja têkoşînê mezintir bikin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em ji gelê xwe û malbatên xwe yên hêja yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin."

...