NPG: Di şerê qirêj de divê ti kes nebe sparteka dagirkeran
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel: Di vî şerê qirêj de, ku dewleta Tirk li Kurdistanê di asteke faşîzan de dimeşîne, divê ti kes ji dagirkeran re nebe spartek.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel: Di vî şerê qirêj de, ku dewleta Tirk li Kurdistanê di asteke faşîzan de dimeşîne, divê ti kes ji dagirkeran re nebe spartek.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) da xuyakirin, ku dewleta Tirk şerê xwe yê li Kurdistanê bi hemû amûrên xwe yên şerê taybet didomîne û got, "Xuya ye planên herî zexel û qirêj ên şerê psîkolojîk xistine dewrê. Me gelek caran dabûn xuyakirin, ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze şer di navbera Kurdan de derxîne û bi vê armancê hewl dide planên xwe bixe meriyetê. Ev lîstikên durû yên îro jî mîna berê têkildarî cerdevanan hewl dide bixe dewrê, hîn bi zelalî û vekirî tê fêmkirin."
Daxuyaniya NPG'ê bi vî rengî dewam kir:
"Dewleta Tirk, li dijî tevgera me ya azadiyê û têkoşîna wê ya yekîtiya neteweyî, di bin navê kontrolên rê û operasyonên li bejahiyê de, cerdevanan weke maşikan bi kar tîne. Cerdevanan mîna dedektoran bi kar tîne, wan dehf dide pêş, şer bi zanebûn derdixîne û ji wan re dibêjin, 'binêrin PKK li we jî dixe. Yekane cihê hûn dikarin xwe lê bigirin dewlet e'. Bi van lîstikên qirêj ve, di operasyonên leşkerî de rê li ber birîndarbûna cerdevanan vekir. Cerdevan ti carî nebûne hedefa tevgera me û ji têkbirina van planên zexel, tevgera me gelek caran hişyarî daye.
Bûyera di 6'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî û di encamê de hin cerdevanan jiyana xwe ji dest dan, encama planên qirêj ên dewleta Tirk e. Ti eleqeya gerîlayên me bi vê bûyerê re nîne. Em ji malbatên cerdevanên jiyana xwe ji dest dane yên xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî derdikevin, sersaxiyê dixwazin û dibêjin; di vî şerê qirêj û faşîzan ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne de, bila ti kes nebe sparteka dagirkeran. Pêwîste ti kes nebe maşika lîstikên bi vî rengî û xizmetê ji armancên hikûmeta AKP'ê yên ku bi namerdî û zexelî nêzî mirovên me yên li herêmê dibe, neke. Û sekneke neteweyî nîşan bidin, ku vê yekê pûç bikin."