'Notên Hevdîtinê' yên li Îmraliyê bûn pirtûk-HAT NÛKIRIN

Weşanxaneya Mezopotamyayê, notên ji hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi heyeta DBP-HDP'ê re, di bin navê "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)" de kir pirtûk û pêşkêşî xwendevanan dike.

Weşanxaneya Mezopotamyayê, gelek pirtûkên giranbuha û hêja yên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan ji Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandiye, kir pirtûk û radestî xwendevanan dike. Weşanxaneyê vê carê jî nivîsên Ocalan ên ji 'notên hevdîtinê, name û peyaman' pêk tên, ku xwedî girîngiyeke polîtîk û dîrokî ne, pêşkêşî raya giştî dike.

Pirtûka bi navê "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)" wê di rojên pêş de li Ewropayê bê weşandin. Bi vê pirtûkê re wê raya giştî karibe bersiva pirsa "Li Girtîgeha Îmraliyê li ser çi hat axaftin" peyda bike. Weşanxane di pêşgotina pirtûkê de dibêje, "Ji bo tevkariyê li çareseriya aştiyane demokratîk a pirsgirêka Kurd bike" belge weke pirtûk hatine berhevkirin.

Pirtûka bi serenavê notên hevdîtinê tê weşandin, ji notên hevdîtinê û peyaman pêk tê. Di beşa yekemîn a pirtûkê de, di binê serenavê jorîn ê 'Notên hevdîtinê' de, notên ji 3'ê Çileya 2013'an û pê ve di bin serenavê 'Ev 20 sal in ji bo aştiyê di nava hewldana de me' de destpê dike.

Çend ji notên di beşa yekemîn de cih digirin, bi vî rengî ne: Me ev pêvajo amade kir (18'ê Adara 2013), Normalbûyîn hewandina hemû civata KCK'ê li nava qanûnan e (7'ê Hezîrana 2013), Bi vekirina kilîdên dehlîzên tarî dimeşim (17'ê Tebaxa 2013), Eger tifaqa dij bi Kurd dewam bike, şer ê neçariyek be (9'ê Mijdaera 2013), Em bi çanda biratiya dîrokî nêzî Ermeniyan dibin (11'ê Çileya 2014), Em, feraseta Erdogan ê otorîter û AKP a hegemonîk qebûl nakin (1'ê Hezîrana 2014), Muzakere tê wateya qanûnîkirina mafên hemû welatiyan (26'ê Hezîrana 2014), Siyaset tê wateya pêşdîtinê (15'ê Tebaxa 2014).

Beşa duyemîn a ji peyaman pêk tê, bi peyama Newrozê ya xwedî girîngiyeke dîrokî ye, destpê dike. Tevî peyama bi serenavê 'Newroza azadiyê ya mazlûman pîroz be (21'ê Adara 2013)', her wiha peyamên ji bo Kongreya Îslama Demokratîk a Kurdistanê (24'ê Nîsana 2014), Kongreya BDP'ê û Kongreyên HDK-HDP'ê (25'ê Nîsana 2014) cih digirin.