Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma ji Frankfûrtê ve tê meşandin
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hat destpêkirin, bênavber dewam dike.
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hat destpêkirin, bênavber dewam dike.
'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya di hefteya 171. de ye, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Frankfûrtê ve tê meşandin.
Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, 1190 roj li dû xwe hişt. Çalakî ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Alî Kinay, Enver Ozkan, Halîl Yakaç û Abîdîn Kaynar ên ji Frankfûrtê hatin ve dewr hat girtin.
Endamên komê rojane li Strasboûrgê bi dehan kesan re diyalogê dikin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin. Çalakger balê dikişînin ser girîngiya azadiya Ocalan û girtiyên siyasî û der barê komkujî û qirkirinên li Kurdistanê de agahiyan didin.
Berdevkê komê Abîdîn Kaynar da xuyakirin, ku bêdengiya li pêşberî vê rewşê, tê wateya xiyaneta li rûmeta mirovahiyê û destnîşan kir, ku sekinandina lîstikên AKP-Erdogan ên paşverû, ji bo wan mecbûriyeteke.
Kaynar diyar kir ku divê sekin û helwesta wan a li hemberî êrîşên AKP-Erdogan zelal be û got, "Berxwedana bi rûmeta hêzên gerîla û platforma yekîtiya hêza demokratîk a di bin sîwana HDP'ê de hatiye avakirin, ji bo hêzên şoreşger û alîgirên aştî û demokrasiyê, derfet û avantajeke mezin e.
Kaynar bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku şikandina vê tecrîdê, têkoşîna li hemberî êrîşên li gerîlayên têkoşîna azadiyê û sekinandina li hemberî zext û zordariya li HDP'ê tê kirin, ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê girîng e.
Çalakiya nobedê, ku di hefteya bihurî de ji aliyê jinên endamên TJK-E yên ji Kolnê ve hat meşandin, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, ku bênavber didome. Di çarçoveya çalakiyê de heta niha bi sed hezaran belavok li ser armanca çalakiyê hatine belavkirin.