Nobeda ji bo Ocalan a li Kerkûkê di roja duyemîn de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan duh li Kerkûkê hat destpêkirin, di roja duyemîn de bi serdana gel û nûnerên partiyên siyasî dewam dike.

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Yek ji van jî çalakiya nobedê ya li Kerkûkê ye ku di roja duyemîn de ye.

Nûnerên Hizbî Zehmetkêşan ên Kerkûkê danê sibehê hatin cihê çalakiya nobedê û piştirî dan çalakiyê. Ji bo çalakiya ku li qada Xeyyamê didome, serdana gel jî zêde ye.

Komîteya çalakiyê diyar kir, ku wê saet di 17.00 de şêniyên Daqoq, Çemçemal û Taqtaqê bên serdana wan û piştre wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya xwe biqedînin.

...