Neteweyên Yekbûyî: PDK’ê Êzîdî ji DAIŞ'ê re hiştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya têkildarî komkujiya Êzîdiyan de diyar kir ku PDK'ê dest ji herêmê berdane û Êzîdî li hemberî DAÎŞ'ê neparastin e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya têkildarî komkujiya Êzîdiyan de diyar kir ku PDK'ê dest ji herêmê berdane û Êzîdî li hemberî DAÎŞ'ê neparastin e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya têkildarî komkujiya Êzîdiyan de diyar kir ku PDK'ê dest ji herêmê berdane û Êzîdî li hemberî DAÎŞ'ê neparastin e. Di raporê de tê daxuyandin ku YPG'ê jî xwe demildest gihandiye herêmê û li hemberî komkujiyê Êzîdî parastin e. Di raporê de korîdora YPG'ê di navbera Şengal û Rojava de vekirî hate destnîşankirin ku hate daxuyandin ku YPG'ê Êzîdî ji çembera DAÎŞ'ê ya komkujiyê rizgar kirine.
Komîteya Lêpirsîna Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî bi navê "Sûcên DAÎŞ'ê yên li hemberî Êzîdiyan: Ji bo tunekirinê hatin" raporek amade kir. Di raporê de hatiye ziman ku çeteyên DAIŞ’ê qirkirina komî li ser Êzîdiyan dane meşandin û kiryarên wan gihîştine asta sûcên şer û li hemberî mirovahiyê.
'PDK ÊZÎDÎ NEPARASTIN'
Di raporê tê destnîşankirin ku hejmarek zêde ya hêzên PDK'ê dest ji herêmê berdaye û bersiv nedaye çeteyên DAÎŞ'ê. Di rapora NY'yê de tê bibîrxistin ku PDK'ê Êzîdî di nav destê çeteyan de hiştine. Di raporê de tê derbirin ku PDK dema xwe vekişandiye jî gelê Êzîdî yê herêmê agahdar nekiriye û gel ji tehlîkeyê bexeber maye.
'YPG'Ê PÊŞIYA KOMKUJIYÊ GIRT'
Di raporê de bi awayekî zirav rolê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di parastina sivîlên Êzîdî de tê nirxandin. NY diyar dike ku YPG'ê Êzîdiyên sivîl ji çembera çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine. Rapora balê dikişîne ser Korîdora Mirovîn a di navbera Şengal û Rojava de û diyar dike ku YPG'ê bi vê yekê pêşiya komkujiyek mezintir a li hemberî Êzîdiyan girtiye.
NAVEROKA RAPORÊ WİHA YE:
“...Roja 3’ê Tebaxê dema ku çeteyên DAIŞ’ê ber bi Şengalê ve çûn, kesekî li hemberî wan li ber xwe neda. Hejmareke zêde ya endamên PDK'ê dev ji ciyê xwe berdan û paşve vekişiyan. Şêniyên Şengalê bê parastin di nava çetayan de hiştin. Dema ku pêşmerge xwe paşve vedikişînin agahî nadin gel. Tu ferman dernakeve ku gel Şengalê vala bike. Agahiya şêniyên gundan ji xeteriya rewşa ewlekarî ya herêmê çênabe.
Piştî ku agahiya pêşmerge vekişiyane belav bû komek biçûk a şêniyên Êzîdî yên herêmî bi çekên sivik li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Şêniyên gundê Gir Zerik û yên gundê Siba Şêx Xidir ji bo wext binirxînin û malbatên xwe ji nava lepê çeteyên DAIŞ’ê derbixînin. Siharê bi hezaran malbatên Êzîdî ji gundê xwe di nava metirsiya têkevin destê çeteyên DIAŞ’ê de reviyan. Tenê hinek xiradên xwe yên sivik bi xwe re dibin. Cîranên wan ên Ereb wan şîret dikin ku di gundê xwe de bimînin û ala spî li ser mala xwe rakin.
Li Şengalê hedefên leşkerî yên herêmê kêm bûn û çeteyên DAIŞ’ê giranî dane girtina Êzîdiyan. Piştî ku riyên giştî û sereke girtin, bendavên xwe yên kontrolê danîn. Dewriyên xwe rêkin û li Êzîdiyên ku ji ber wan reviyane geriyan. Di navbera çend saetan de koçberên ku nikarîbûn biçin bajarê Dihokê ketin çembera çeteyên DAIŞ’ê.
Bi lez di wê çemberê de aloziyeke mirovahî derkete holê. Bi hezaran zilam, jin, zarok di germahiya 50 derece Sîlsiyos nehiştin av, xwarin û derman bigihîje Êzîdiyên di çemberê de.
Roja 7’ê Tebaxê li ser xwesteka hikûmeta Iraqê Serokê Amerîka ji bo alîkariya Êzîdiyên li çiyayê Şengalê di çemberê de ne, despêkirina çalakiyên leşkerî îlan kir. Hêzên Amerîka, Iraq, Îngilistan, Fransa û Awûstûralya hewayî av û madeyên dîtir ji Êzîdiyên di dorpêçê de ne, bi rê kirin. Şervanên Rêxistina Îslamî balafirên alîkarî hewayî didin Êzîdiyan û ew alîkarî hedef girtin.
Berî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) korîdorê di navbera çiyayê Şengalê û Rojava de vekin bi sedan Êzîdî ku di nava wan de zarokên dergûşê hebûn mirin. Hêzên YPG’ê korîdor di navbera Şengalê û Rojava de vebû êdî Êzîdî ji çemberê derketin û derbasî herêmê bi ewle bûn. Çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrîşî wî korîdorî kirin hêzên YPG’ê û mirovên dildar ên Êzîdî bi hev re ew korîdor parastin.“
Di dawiya raporê de hêzên Navnetewî hatine şiyarkirin ku hê jî 3 hezar 200 jin û zarokên Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û ji bo wan rizgar bikin divê têkevin tevgerê.
Di raporê de daxwaz tê kirin ku ev doz li dadgehên sûc ên navnetewî bên dîtin.