Neçîrvanên li Dersîmê li pêş nifşên masiyan astengiyan ava dikin

Neçîrvanên li Dersîmê, serî li pêkanînên ku berdewama nifşên masiyan asteng dikin didin.

Neçîrvanên li Dersîmê, serî li pêkanînên ku berdewama nifşên masiyan asteng dikin didin.

Masiyên ku ji bo berdewama nifşên xwe tên li Çemê Mercan a li Geliyê Mûnzûr a Dersîmê hêka datînin, ji aliyê neçîrvanan bi dizî têne girtin. Di daxuyaniyên pêvajoya bihurî de ji aliyên Meclîsa Gel a Dersîmê û Meclîsa Ekolojiyê hatibûn kirin de ji ber pêvajoya hêkan e, neçîra masiyan hatibû qedexekirin. Gelê herêmê jî li dijî van neçîrvanên masiyan nerazîbûnê tund nîşan dabûn.

Neçîrvan bi van nêzîkatiyên xwe ve ji bo cureyên masiyên li herêmê tevkariya polîtîkayên qirkirinê dikin, masiyên ku girtine jî li ber daran datînin û girtina masiyan didomînin. Dema vê praktîka ji aliyê memûrên daristanê hate dîtin jî masî li ber çem hiştin û revîn.

 

...