Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çend demjimêran de serdana xwe ya Tirkiyeyê pêk anî û zû vegeriya Hewlêrê. Piştî hevdîtinan daxuyanî nehatin dayîn, lê hat diyarkirinku di rojeva hevdîtian de krîza li Iraqê û PKK mijarên sereke yên hevdîtinan bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê di demek pir zû de vegeriya Hewlêrê.
Li gorî, daxuyaniya di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih girt, Nêçîrvan Barzanî di 18’ê gulanê de vegeriya Hewlêrê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtin bi rayedarên Tirk re pêk anî, vegeriya Hewlêrê û di hevdîtinê de têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine gotûbêjkirin.
Her wiha, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijara krîza siyasî ya di navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku mijareke din a sereke ya hevdîtinan pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê û zêdebûna “çalakiyên leşkerî” û PKK’ê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî careke din dubare kiriye ku pirsgirêk bi rêbazên leşkerî û şîdetê çareser nabe û gotiye; “Pirsgirêk tenê dikare bi rêya siyasî, aşitî û diyalogê çareser bibe.”