Nêçîrvan Barzanî serdana Enqereyê dike

Nêçîrvan Barzanî serdana Enqereyê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federasl Nêçîrvan Barzanî, sibê dê were Enqereyê û bi rayedarên payebilind ên Tirk re hevdîtin pêk bîne.

Hate zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê di 16-17’ê gulanê de bê serdana Tirkiyeyê û pêşketinên dawî yên li Iraqê û rageşiya di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de gotûbêj bikin.

Tê diyarkirin ku dê teqez mijarên PKK û Sûriyeyê were rojeva hevdîtina Barzanî û rayedarên Tirk. Hat ragihandin ku dê Barzanî bi Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû re hevdîtin pêk bîne.