Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê

Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Civata Atlantîkê ya aboriyê bibe dê biçe Tikriyeyê.

Berpirsê Têkiliyên Derve ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê da diyarkirin ku dê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî civata Atlantîkê ya ku dê 15-16ê mijdarê bê lidarxistin, biçe Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de çend hevdîtinan li Tirkiyeyê pêk bîne.