Naveroka civîna li ser operasyona Mûsilê
Civîna dawî ya li ser operasyona Mûsilê, di bin çavdêriya rayedarên DYA'yî de roja 16'ê Adarê li Kerkûkê hat lidarxistin.
Civîna dawî ya li ser operasyona Mûsilê, di bin çavdêriya rayedarên DYA'yî de roja 16'ê Adarê li Kerkûkê hat lidarxistin.
Civîna dawî ya li ser operasyona Mûsilê, di bin çavdêriya rayedarên DYA'yî de roja 16'ê Adarê li Kerkûkê hat lidarxistin. Di civînê de Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqî Korgeneral Enwer Hemedemîn, Fermandarê Hêzên Bejahî Korgeneral Riyad Celal, Berpirsyarê Heşdî Şebî Hadî Amîrî, Sekreterê Giştî yê Herêma Kurdistanê yê Tûgayên Bedî Mûhammed Beyatî, Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan Cafer Şêx Mûstafa, Fermandarê Niya Guwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî, Fermandarê Eniya Rojava ya Kerkûkê Kemal Kerkûkî, Fermandarê Eniya 4. a Kerkûkê Westa Resûl û Berpirsyarê YNK'ê yê Kerkûkê Aso Mamend amade bûn.
Tê gotin, beşdarên civînê hem li ser plan û detayên operasyonê hem jî li ser hêzên bi rengekî aktîf û pasîf tevlî operasyonê bibin de ji aliyê giştî ve negihaştine lihevkirinê.
Hin xalên bingehîn ên di civîna li Kerkûkê de li ser li hev hatiye kirin bi vî rengî ne:
1-Pêşmerge wê teqwiyeyê li hêzên xwe yên li eniya Mexmûr-Guwerê pêk bîne û bi qasî 4-5 hezar hêzên xwe tevî artêşa Iraqê di operasyonê de li refên pêş cih bigirin.
2-Hêzên Heşdî Şehbî, tevî ku DYA ji ber ku ev hêz pişta xwe dispêre Îranê naxwaze tevlî bibe jî, wê di operasyonê de cih bigire. Lê belê lîderên eşîrên Sûnî yên li herêma Mûsilê naxwazin Heşdî Şehbî beşdarî operasyonê bibn. Xuya ye tevî vê dijberiyê jî wê Heşdî Şehbî cihê xwe di vê operasyonê de bigire. Hêzên Heşdî Watanî yên Sûnî jî xuya ye wê di operasyonê de hebin. (Tê zanîn Îran destekê dide Heşdî Şehbî, Siûdî, Qatar û Tirkiye jî destekê didin Heşdî Watanî. Di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku endamên Heşdî Watanî ku tê gotin derdora 6 hezarî ye, mûçeyên xwe ji Tirkiyeyê digirin.)
3-Tevî ku Heşdî Watanî û eşîrên din ên Sûnî yên li Mûsilê dixwazin Tirkiye tevlî operasyonê bibe jî, hêzên din ji ber têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re li dijî tevlîbûna Tirkiyeyê derdikevin. Lewma tê gotin, Tirkiye wê di pêvajoya operasyonê de li eniya paş jî nikaribe hêza xwe ya leşkerî bisekinîne.
Tê plankirin, operasyona bejahî bi giranî bi paqijkirina xeta başûr-başûrrojhilat yanî xeta Mexmûr-Gûyerê bê meşandin.
Xeta Hewîce-Kerkûkê jî ku pêkan e DAIŞ di dema revê de êrîşî van deran bike, bi teqwiya hêzên hevalbend ve tê zexmkirin.
AMADEKARÎ Û PLANSAZIYA OPERASYONÊ
Nikare bê gotin, ku di mijara hêzên tevlî operasyonê bibin de lihevkirinek çêbûye. Nîqaş û bazarî hînê dewam dike. Li gorî qeneeta giştî wê artêşa Iraqê, pêşmege, Heşdî Watanî bi rengekî aktîf tevlî bbin. Tê gotin leşkerên Tirk ên li herêma Başîkayê wê bi yekîneyên xwe yên top û tankan destekê bidin pêşmergeyan. Der barê tevlînebûna hêzên Heşdî Şehbî de hemû hêz hemfikir in. Lê belê hem hikûmeta navendî ya Iraqê, hem jî Îran, di mijara tevlîbûna Heşdî Şehbî de bi israr in. Li gorî planê, operasyon ji du qonaxan pêk tê. Di qonaxa yeemîn de wê derdora Mûsilê bê paqijkirin. Di qonaxa duyemîn de jî wê operasyon li hemberî navenda Mûsilê bê meşandin. Qonaxa destpêkê ya operasyonê di 24'ê Adarê de li eniya Mexmûrê destpê kir. Artêşa Iraqê û Heşdî Watanî pêşengiyê ji operasyonê re dikin. Pêşmerge bi çekên giran li eniya paş destekê didin. Li xaka artêşa Iraqê û hêza Heşdî Watanî ji DAIŞ'ê rizgar dike, pêşmerge nikare bi pêş de biçe. Derketina deveyî xendekên hatine kolandin, pêşdeçûna di vî warî de di qonaxa destpêkê ya operasyonê de gengaz naxuye.
Operasyon wê ji du eniyan bê meşandin. Lê belê eniya şengalê ku eniya sêyemîn e, ji ber hebûna YBŞ-YPG û HPG'ê bi zanebûn weke korîdoreke vekirî hatiye hiştin. Eger hêzên DAIŞ'ê wê korîdorê bi kar bîne û bireve Sûriyeyê, tê gotin ku Şengal wê bikeve nava rewşeke xetere.
PLANA LI SER MÛSILÊ YA PIŞTÎ OPERASYONÊ
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê naxwaze navenda bajarê Mûsilê hem ji aliyê îdarî hem jî ji aliyê erdnîgarî ve tevlî Herêma Kurdistanê bê kirin. Aliyan di vê mijarê de li hev kirine. Bajarê Mûsilê wê weke xaka Iraqê bi ser îdareya Bexdayê ve be.
Cih û warên Kurdan ên li bakur, rojhilat û başûrrojhilatê Mûsilê û xakên bi van deveran ve girêdayî wê ji Herêma Kurdistanê re bên hiştin. Mesîhiyên li herêmên qiraxa navenda bajarê Mûsilê jî dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin. Lê belê Bexda û Hewlêrê hînê di vê mijarê de biryar nedane.
REWŞA HÊZÊN TÊ PLANKIRIN TEVLÎ OPERASYONÊ BIBIN
Artêşa Iraqê: Plan dike bi hêzeke ji 4.500 leşkeran tevlî operasyonê bibe. Hêzên koalîsyona navneteweyî jî 250 maşînên Hammer ên zirxî şand ji eniyên Iraqê re. Her wiha tank, helîkopter û maşînên zirxî jî wê ji aliyê Iraqê ve bên şandin. Hemû çek û cebilxaneyên bên veguhastin wê bi tenê ji bo rizgarkirina Mûsilê werin bikaranîn. Tevî vê yekê Berpirsyarê Fermandariya Operasyona Nînovayê Necîm El Cûbûrî daxuyaniyek da û got, "Hucreyên me yên li nava bajêr li benda roja operasyonê ne. Ew ê jî ji hundir bikevin nava liv û tevgerê."
Hêzên Pêşmergeyan: Tê payîn bi qasî 15 hezar pêşmergeyên PDK'ê tevlî operasyona Mûsilê bibin. Çeka herî giran a PDK'ê tank û bataryayên topan e. Ji bilî wê maşînên xwe yên zirxî yên bi tîpa Hammer û Kîrpî hene. Tê gotin bi qasî 40 tank, 150 Hammer, 100 Kîrpî û 30 bataryayên topan ên PDK'ê tevlî operasyonê bên kirin. Xuya ye wê leşkerên Tirk di dema operasyona Mûsilê de bikeve nava pêşmergeyan, li nuqteyên stratejîk belav bibin û van deran biparêzin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, PDK wê di operasyona Mûsilê de nekeve nava Mûsilê. Armanca PDK'ê ya tevlîbûna li operasyonê, dorpêçkirina xaka Kurdistanê ya li derveyî Mûsilê û bi taybetî parastina bendava Mûsilê ye.
Heşdî Watanî: Heşdî Watanî ku kurê Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî, Abdullah Nûceyfî fermandariya wê dike, yekîneyeke paramîlîter a ji aliyê tifaqa Sûniyan ve hatiye avakirin e. Heşdî Watanî ku hêza leşkerî ya Nûceyfiyan e, di bin kontrola PDK û dewleta Tirk de tevdigere û endamên vê hêzê mûçeyên xwe ji van deran digirin. Eger bê dîtin ku hêzên tevlî operasyonê bibin wê di avakirin û rêvebirina Mûsilê de bibin mafê gotinê, wê demê wê Heşdî Watanî bibe lingê dewleta Tirk û PDK ê li Mûsilê.
Heşdî Watanî ku hejmara xwe bi qasî 10 hezarî ye, piraniya wan ji milîsên Sûnî yên ji Mûsilê pêk tên. Beşek jê jî Tirkmenên Sûnî ne. Piştî ku Heşdî Şehbî ji aliyê Îranê ve hat avakirin, dewleta Tirk jî di ser PDK'ê re çek da Tirkmenên Sûnî yên li Iraqê. Nûceyfiyên ku li hemberî rêveberiya Iraqê xwe nêzî PDK'ê dikin, di avakirina vê hêzê de rola bingehîn dilîzin. PDK jî di navbera van koman û TC de mîna pirekê ye.
Hêzên Heşdî Watanî ji aliyê leşkerên Tirk û DYA'yî ve tên perwerdekirin. Bi giranî li eniya Başîka ne. Li eniya Mexmûrê jî hene. Hejmara wan a li eniya Mexmûrê bi qasî 300 kesî ye. Her çend weke hêzeke dijberê DAIŞ'ê bê zanîn jî, gelek kes ji Heşdî Watanî reviyan û tevlî DAIŞ'ê bûn. Her wiha tê gotin gelek çeteyên DAIŞ'ê tevlî Heşdî Watanî bûne. Hêzên Heşdî Watanî ku hikûmeta Bexdayê nexwest mûçeyan bide wan, mûçeyên xwe ji dewleta Tirk digirin.
Dewleta Tirk: Dewleta Tirk bi qasî 2.500 leşkerên xwe li herêma Başîka heye, lê tê gotin ev hejmar 3.500 e. Di Kanûna 2015'an de beriya leşkerên Tirk bên herêma Başîka, demeke kurt piştî radestkirina Mûsliê ji bo DAIŞ'ê, ewilî 10 piştre jî 100 leşkerên Tirk bi armanca perwerdekirina pêşmergeyan û Heşdî Watanî hatin herêma Başîka. Piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê nerazîbûn nîşan da, dewleta Tirk da xuyakirin ku wan leşkerên xwe vekişandine. Lê belê hînê li vê derê bi qasî 50 tank û bataryayên topan hene. Li gorî agahiyên hingî hatin weşandin, di nava leşkerên di meha Kanûnê hatin de leşkerên Erebîstana Siûdî jî hebûn. Ev hêzên li kampên li herêmek nêzî Başîka hatine avakirin bi cih bûne, hin tankên xwe li çeperên PDK'ê yên li Başîka bi cih kirin. Leşkerên li Başîkayê ne, ji 5. Tabûra Tankan a Dîlokê û Tûgaya Komando ya Çiyê ya Ispartayê pêk tên.
Hêzên biyanî: Bi armanca perwerdekirina pêşmerge, leşkerên Iraqê û komên milî bi qasî 5 hezar 600 hêzên leşkerên biyanî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne. Ev leşker karê perwerde û kordîneya şer dimeşînin. Der barê cihgirtina leşkerên biyanî bi rengekî aktîf li eniya şer, agahî nîne.
Encam: Operasyona Mûsilê veguheriye navenda qada şerê hêzên global û Rojhilata Navîn. Dikare were gotin; alî di şer de ji aliyê dîtinî ve di rola xwe de guhertinan çêbikin jî hînê xwedî heman armancan e. Armancên PDK, Tirkiye û Erebîstana Siûdî ên tevlîbûna li operasyonê, hevpar in. Lewma daxuyaniyên wan ên fermî ji tevlîbûna wan feylî gelekî cuda ne. Her wiha berevajî daxuyaniyên fermî amadekariyên cuda tên kirin. Yanî Îran, Tirkiye, Siûdî û DYA jî di asta herî nizm de her çend di qonaxa şer de li hev kiribin jî, her kes xwe ji bo qonaxa duyemîn a vî şerî amade dikin.