Navenda bajarê Minbicê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin
Navenda bajarê Minbicê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Operasyona li hemberî çeteyên li gelek nuqteyan hatine dorpêçkirin, dewam dike.
Navenda bajarê Minbicê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Operasyona li hemberî çeteyên li gelek nuqteyan hatine dorpêçkirin, dewam dike.
Operasyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla ya li Minbicê, ku di 1. Hezîranê hat destpêkirin, di roja 69'an de didome.
Li taxên rojavayê bajêr, li dijî çeteyên li çend noqteyan hatine dorpêçkirin operasyon didome. Navenda bajarê Minbicê bi giştî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û hat rizgarkirin.
Li Navenda Çandê, Nexweşxaneya El-Emel, Hotela Çargoşeya Ewlekariyê, Berîd, Bazara El-Muxeta, Taxa El-Serib, Taxa El-Cûra, Dibistana El-Zîraa û rêya Cerablusê di navbera şervanan û komên çete de şerekî dijwar diqewime. Komên DAIŞ'ê welatiyên sivîl li gel xwe digirin û wan weke mertal bi kar tînin.