Navê Qirkirina Dersimê yê îro 'Plana Master' a AKP'ê ye
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî 79. salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku AKP hewl dide polîtîkayên qirkirinê bidomîne.
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî 79. salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku AKP hewl dide polîtîkayên qirkirinê bidomîne.
KJK'ê diyar kir, Qirkirina Dersimê birîneke hînê xwîn jê tê ye û rejîma faşîst a AKP'ê hewl dide vê bidomîne.
Kordînasyona KJK'ê da zanîn, Qirkirina Dersimê mora xwe li sedsala 20'an xistiye û ragihand, îro jî li Şirnex, Roboskî, Şengal û Sûrê DAIŞ-AKP heman hovîtiyê dikin.
Kordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî 79. salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku AKP hewl dide polîtîkayên qirkirinê bidomîne.
Di daxuyaniya KJK'ê hat ragihandin, Qirkirina Dersim-Elewiyan, ku parçeyek ji Qirkirina Ermeniyan, Yahûdiyan, Asûrî Suryaniyan, Kurdan û bawermendên Êzidî ye, birîneke ku di roja îro de hînê xwîn jê tê û hat gotin, "Rejîma faşîst a AKP'ê îro jî hewl dide vê qirkirinê bidomîne. Navê xwe çi DAIŞ be çi jî AKP, êrîşên li dijî mirovahiyê yên li Rojava, Şengal, Roboskî, Cizîr, Sûr û Şirnexê tên kirin, weke dewama komkujiya Dersimê li ser gelê me tê ferzkirin."
'GELÊ KURD TESLÎMÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ NEBÛ'
KJK'ê bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî teslîm nebe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Biryara di 4'ê Gulana 1937'an de ji aliyê Desteya Wezîran a Komara Tirkiyeyê ve di bin navê 'Biryara Desteya Wezîran a li ser Tevgera Tenkîl a Tûncelî ya di sala 1937'an de hat kirin' û bi gotina 'gelekî veşartî ye' hat qebûlkirin, li Dersimê bi fermîkirina qetilkirina Kurd-Elewiyan ket dewrê. Di dîroka serdestiya Osmaniyan de gelek caran gelê me hatiye qetilkirin û li hemberî van komkujiyan gelê me berxwedaneke dîrokî û sekneke serî natewîne, nîşan daye. Yekane armanca serdestan ew ku serî li gelê me bidin tewandin û bike kole. Gelê Kurd û gelên zexta qirkirinê li wan tê kirin, li Dersim, Botan, Mêrdîn, Amed, Serhedê nîşan da ku teslîm nabe. Îro jî li hemberî vê polîtîkaya kolekirin û teslîmkirinê, neviyên Besêyan, Zarîfeyan, Seyîd Rizayan bi berxwedaneke bi heybet bersivê didin. Bêrîtan, Egîd, Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr hemû bûne şopdarên van lehengan. Weke KJK'ê bi wesîleya vê rojê, em şehîdên leheng ên Kurdistanê yên li dijî êrîşên qirkirinê serî rakirin, bi berxwedaneke mezin bersiv dan, serî netewandin û teslîmiyet bi erdê re kirin yek, bi rêzdarî bibîr tînin."
"NAVÊ ÎRO YÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ 'PLANA MASTER' A AKP'Ê YE"
KJK'ê da xuyakirin, ku AKP di roja îro de bi navê 'Plana Master' hewl dide polîtîkaya qirkirinê bidomîne û dixwaze rastiya Kurd-Elewî qir bike.
Daxuyaniya Kordînasyona KJK'ê bi vî rengî dewam kir: "Navê roja îro yê polîtîkaya qirkirinê ku di sala 1937'an de veguherî biryareke fermî, 'Plana Master' a faşîzma AKP û Erdogan e. Ev plana ku li ser Rojava, Şengal û bajarên Bakur tê ferzkirin, li Mereş-Terolarê jî bi cih tê anîn. Mîna ku şerê kirêt ê bûye sedema koçberbûna bi hezaran mirovên li Rojhilata Navîn xerabûna gund û bajaran û mirina li ser rêya penaberiyê têra wan nake, radibin hesaban dikin ku gelan li hemberî hev rakin. Bi projeyên xwe yên dixwazin li xeta Mereş, Sêwas, Meletiyê çêbikin ve dixwazin dorpêçiyeke nû ya Dersimê pêk bînin. Rastiya Elewî-Kurd ku hîmê bingehîn ê têkoşîna azadî û demokrasiyê yê gelê Kurd e, hewl tê dayîn bi vê yekê ve careke din bê qirkirin.
Jin, mêr, ciwan, extiyar hemû ewladên bi rûmet ên gelê Kurd, li dijî dubarekirina dîrokê bi vî rengî, têkoşîneke dîrokî û bi rûmet dimeşînin. Hesab pirsîn û berxwedan ku wasiyet û bendewariya Seyîd Rizayan û Nûrî Dersimiyan e, bêguman wê dewam bike. Weke gelê Kurd, weke jinên Kurd, weke bi mîlyonan dildarên azadî û demokrasiyê em ê bi xurtî xwedî li welat û axa xwe derkevin. Em ê li her cihî mêtîngeriyê û faşîzmê ji nava xwe derxînin û bavêjin. Çiya, kevir, gund, bajarê Kurdistanê wê neyên terikandin. Em ê xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin. Wê ti carî destûr ji bêmirovhiştina Kurdistanê re neyê dayîn. Weke jinên Kurdistanî me qîrîna jinên weke jinên berxwedêr ên Ereb, Ermenî, Laz, Tirkmen, Çerkez ên li şûna teslîmiyetê xwe ji zinaran avêtin ji bîr nekirine û em ê ti carî ji bîr nekin. Em careke din soz didin, ku em ê xewn, xeyal û hêviyên wan pêk bînin."
LI DIJÎ KOMKUJIYAN BANGA TÊKOŞÎNÊ
KJK'ê herî dawî bang li jinên Kurd-Elewî, hemû jinên alîgirê demokrasî û azadiyê û beşên civakê kir, ku li dijî 'Komkujiyên Dersimê' yên nû, xwe bi rêxistin bikin û cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin.