Nasnameyên du şervanên li Holê jiyana xwe ji dest dan
YPG'ê nasnameyên du şervanên di operasyona li Holê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
YPG'ê nasnameyên du şervanên di operasyona li Holê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameyên 2 şervanên xwe yên li derdorê bajarokê Holê di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Di daxuyaniya YPG'ê de bal hat kişandin ser van xusûsan:
"Hevrêyên Rojava û Rojhat ên di qonaxa duyemîn a operasyonên azadkirina Holê yên HSD'ê de bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û şehîd ketin, ji bo têkoşîna me bûne mînaka cesaret û fedekariyê. Di şexsê her du hevrêyên xwe de em soz didin ku em ê xaka Sûriye û Rojava azad bikin."
NASNAMEYÊN HER DU ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN:
Nasnav: Rojava Qamişlo
Nav û paşnav: Ehmed De'bul
Dê û bav: Fatma-Ebdullah
Ji dayikbûn: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Hesekê-Hol, 21.11.2015
Nasnav: Rojhat Batman
Nav û paşnav: Seyfedîn Basutçu
Dê û bav: Hediye-Mihemed Mehdî
Ji dayikbûn: Êlih
Cih û dema şehadetê: Hesekê-Hol, 17.11.2015