Nasnameyên 6 gerîlayan hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku dema şerê bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dane ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û şerê rû daye daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

BEDLÎS

“Ji 16’ê Tebaxê saet 19.00’an heta 17’ê Tebaxê danê sibehê li ser Îpekê ya mabeyna Bedlîs û navçeya Xana Hewêl, gerîlayên me yên YJA Starê rê kontrol kirine. Hêzên me li vir nasname kontrol kirine, di heman demê de têkîldarî tecrîdê jî gel agahdar kiriye. Dema çalakiyê de 2 wesayîte tevî hemû hişyariyan jî ranewestiyane û hêzên me guleyên hişyariyê avêtine. Her wiha li vir 2 wesayîtên ku bi AKP û dewletê re dixebitîn jî hatin şewitandin.

16’ê Tebaxê saet 08.00’an hêzên me li navenda Bedlîsê li dijî 2 stasyonên bazê yên Tûrkcell, Vodafone û Avea çalakiya sabotajê li dar xistin û îmha kirin.

COLEMÊRG

14-17’ê Tebaxê hêzên me li dijî leşkerên ku li derdora girê Şehîd Gafûr û qereqola Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê xwe bi cih kirine bi çekên giran çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

17’ê Tebaxê saet 19.00’an komek gerîlayên me li qada Bêzeno ya girêdayî Şemzînanê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şer qewimiye. Hêzên me ji mesafeyek nêz li wan dan, lê hejmara zelal a leşkerên mirî û birîndar nehatiye bidestxistin.

16’ê Tebaxê saet 02.00’an artêşa TC li nêzî gundê Tilora ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyonek da destpêkirin. Operasyon heman rojê danê sibehê bêencam vekişiyaye.

MÛŞ

Me têkîldarî şerê ku 2’yê Tebaxê li çoltera Mûşê rû dabû daxuyanî weşandibû. Di şer de 6 leşker miribûn û 2 jî birîndar bibûn. Di vî şerî de 2 gerîlayên me jî şehîd ketine. 

ŞIRNEX

Me encamên çalakiyên hemwext ên ku 10’ê Tebaxê li dijî konvoyek leşkerî ya li ser rêya Xabûr 2 ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê û qereqola Tepê Yekmal ragihandibû. Di encama çalakiya berfireh de 15 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me şerekî lehengî nîşan dane û şehîd ketine.

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Nasnav: Besê Tolhildan

Nav û Paşnav: Aysel Kûrûpinar

Cihê Jidayikbûnê: Gurgum

Navê Dayik û Bav: Zeynep - Okkeş

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an /Mûş

***

Nasnav: Rojhat Amed

Nav û Paşnav: Beşîr Arcagok

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Fatma - Alî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an /Mûş

***

Nasnav: Arhat Ba

Nav û Paşnav: Şakîr Ek

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Guzîde - Çelebî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

***

Nasnav: Axîn Navdar

Nav û Paşnav: Denîz Fîdanten

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Nafiye - Talat

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

***

Nasnav: Rojvan Hêvî

Nav û Paşnav: Îsmaîl Karakaya

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik û Bav: Nahîde - Mehmet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

***

Nasnav: Şîlan Serdar

Nav û Paşnav: Zekiye Akin

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Şerîfe - Beşîr

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

 

...